Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDP’ê li Ewrûpayê kampanya da destpêkirin

 

PÊNGAVA “EM HDP’YÎ NE LI HER DERÊ NE”
HDP’Ê LI EWRÛPAYÊ KAMPANYA DA DESTPÊKIRIN

Partiya Gelan a Demokratîk di çarçoveya kampanyeya “Em HDP’yî ne, li her derê nê” li Ewrûpayê dest bi rêze civînan dike.

Civîna yekem li paytextê Fransayê Parîsê hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ Pervîn Bûldan û parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Saîd Dede û gelek siyasetvan amade bûn.

Di civînê de li ser armanca kampanyayê û rêze civînên ku wê bên li darxistin agahî hatin dayîn.

Di dewama civînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan mafê axaftinê girt.

Bûldan di axaftina xwe de da zanîn ku qada têkoşînê bi meclîsê ne sînordare û got:

“HDP, li van 9 salên li pey xwe hişt, herdem ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve hate hedefgirtin.

Tevî hemû zextan jî HDP’ê ji têkoşîna xwe tavîz neda û desgê xwe zêde kir.

Lê divê em bizanibin ku têkoşîn tenê li meclîsê nayê meşandin.

HDP wê li her qadê û li ser konê asta têkoşîna xwe bilindtir bike.”

Têkildarî dozên li dijî siyasetmedar û endamên partiya wê tên vekirin jî Bûldan wiha got:

“Hewil didin bi girtin û têkoşîna me lewaz bikin, lê em li kuderê bin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dewamê de Pervîn Buldan bal kişand ser polîtîkaya dewleta tirk a tecrîdê jî û wiha axivî

“Zêdetirî 20 salan e li Îmraliyê tecrîdek girankirî heye. Parêzer û malbat nikarin agahî ji birêz Abdullah Ocalan bigrin.

Me hertim got û em dîsa dibêjin tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Divê demil dest dawî li vê polîtîkaya tecrîdê bê anîn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv