Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HBDH’ê Sînan Mîrxan bi daxuyaniyekê bi bîr anî

 

ŞEHADETA SÎNAN MÎRXAN
HBDH’Ê BI DAXUYANIYEKÊ EW BI BÎR ANÎ

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û di heman demê de endamê xwe Sînan Dersim bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Endamê Komîteya me ya Rêveber Hevrê Sînan Dersim 27’ê Cotmeha 2020’an bû nemirek.

Bila serê gelên me, malbata hêja ya hevrêyê me, Hêzên Şoreşê yên Yekbûyî saxbe.

Ked û cihê Hevrê Sînan a di têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Tirkiyê û Kurdistanê de mezin e.

Wî berpirsiyarî û erkên mezin di nava HBDH’ê de hilgirtin ser milên xwe.

Ji bo hemû pêdiviyên şoreşa yekbûyî şev û roja xwe kir yek.

Hin caran bi çapemeniyê re eleqedar bû û hin caran jî bi çalakiyên leşkerî re.

Ji bo perwerdeya şervanekî roj û hefteyên xwe dan.

Di daxuyaniya HBDH’ê de hat destnîşankirin, ku Sînan Dersim kesê herî zêde ji bo afirandina bingeha pratîka têkoşîna yekbûyî xwedî hewldan bû.

Û wiha hat gotin:

Timî li pey nûbûnê û bersiva pirsgirêkên di roja me de bû.

Li cem her hevrêyê xwe yê pê re eleqedarbûyî, bîranînên germ û rûkenî hiştin.

Em li ber bîranîna wî ya şoreşgerî bi hurmet bejna xwe ditewînin.

Di şexsê wî de soz didin tevahiya nemirên xwe ku em ê bigihîjin hedefa xwe.

Û Şoreşa Yekbûyî ya xeyala tevahiya hevrêyên me yên nemir bû, bi ser bixin.

Em ê hesabê hevrêyên xwe ji desthilatdariya faşîst qat bi qat zêdetir bipirsin.

Ev yek teqez e, ku wê Şoreşa Yekbûyî ji Sînanekî bi hezaran Sînanî biafrîne û li ser dilê dijmin bibe xencerek.

Ev jî hatin dîtin

Rêveberiya Xweser 5 hezar pakêtên alîkariyê li malbatên hewcedar belav kirin

Stêrk Tv

Qeyûmê Mêrdînê ji bo rêya xirabûyî çêbike ji welatiyan pereyan dixwaze

Stêrk Tv

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlan revandin

Stêrk Tv

‘Aliyê din ê çem’: Jiyana şervana YPJ’ê Hala Mustefa bû film

Stêrk Tv

Komkujiya Vartînîsê: Hovîtiyeke din a dewleta Tirk piştî 28 salan zelal bû

Stêrk Tv

Çalakiya girtiyên azadiyê 160 roj li pey xwe hişt

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!