ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
GUNDIYÊN KEŞANÊ BI SER BAREGEHA MÎT’Ê YA BATÛFA DE GIRTIN
Artêşa dewleta Tirk a dagirker rojane gundên Başûrê Kurdistanê bombe dike.
Herî dawî jî gundê Keşanê yê bi ser bajarokê Batûfa ve bombe kiribû.
Di êrişê de gundiyek birîndar bûbû.
Ji bilî vê, artêşa dagirker tevî çete û cerdevanên xwe daran dibire û agir bi zeviyên gundiyan dixe.
Ji ber ku hukûmeta herêma Kurdistanê li hemberî daxwazên gundiyên Keşanê bêbersiv ma, gundiyan jî berê xwe dan baregeha MÎT’a Tirk a li Batûfa.
Welatiyan li ber deriyê baregehê nerazîbûna xwe nîşan dan.
MÎT’ê ji tirsa serdegirtinê, deriyên xwe li gundiyên Keşanê girt.