ŞÎROVEYA HEFTANE
GULISTAN ÇIYA ÎKE: XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO CÎHANÎ DIBE
Rojnamevan Gulistan Çiya Îke di şîroveya Heftane ya televizyona me de bal kişand ser kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo li çar aliyê cîhanê bi pêş dikevin.
Rojnamevan Gulistan Çiya Îke destnîşan kir kampanyaya azadiya Rêber Apo jî 2 aliyên xwe hene.
Gulistan Çiya Îke îşaret bi xwedîderketina gelê ereb û milletên Rojhilata Navîn li Rêber Apo kir.
Gulistan Çiya Îke diyar kir ku di roja me ya îro de kapîtalîzmê, bi endustiryalîzmê û zêhniyeta netew-dewletê mirovahî xistiye nava krîzek kûr.
Gulistan Çiya Îke di şîroveya hefteyê de bal kişand ser kampanyayên cîhanî jî.
Gulistan Çiya Îke destnîşan kir ku Kurdên xwediyê Rêbertiyek wiha ne, xwedî çavkaniyek anor û rûmetê ya bêdawî ne.
Ev rêbertiya rêya rizgariyê nîşanî gelê Kurd, rojhilata navîn û mirovahiyê dide, zor e ku di heps û zîndanan de bê ragirtin.
Têkoşîna gelê Kurd û xwedîderketina mirovahiyê ya li Rêber Apo mutleq dê deriyên Îmraliyê yên kilît li ser kilîtê lê dane, bişkîne.