WANÊ HELWESTA 2021’Ê NÎŞAN DA
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
8’ê Çile li Wanê gelê Kurd bi jin, ciwan, kal û pîrên xwe sekna xwe ya bi anor, rûmet û bi îradeya azadiyê careke din danî holê. Di bin zexta giran a faşîzmê de, li Wanê ku li ber deriyê partiyeke legal jî axaftin lê qedexe kirine, bi hezaran Kurd bi yek dengî got “Dema Azadiyê ye” û meşiyan. Bi vê helwestê gel starta têkoşîna hamleya ‘Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; dema azadiyê ye’ ya sala 2021’ê da.
Hêvî ew e, desthilata faşîst AKP-MHP ku 2020’an bi têkoşînê lawaz ket, 2021’an dê bi hamleya ‘dema azadiyê’ bê hilweşandin. Li Tirkiyê jî têkoşîna jin û ciwanan mîna îtîfaqên xwezayî dê vê hamleyê xurttir bikin. Her ku gelê Kurd, jin û ciwan li ber xwe didin Suleyman Soyluyê faşîst û tecawizkar dîn û har dibe. Dibêje ‘ez ewqas zilmê pêk tînim, lê hîn jî serî natewînin û li meydanê ne. Her ku har dibe, zêdetir fermana zilm, girtin û destavêtinê dide. Jixwe paranoyak bûye; herkesî dijiminê xwe dibîne. Ji bilî çeteyên taybet yên ji bo parastinê li derdora Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu, êdî herkesî mîna xayîn, dijmin û terorîstan dibînin. Ew paranoyakê ku her roj dubare dike û dibêje min ew wisa tine kirin, heman rojê radibe yên li hundir û derve hemûyî xayîn û dijmin îlan dike. Ev eşkere ye, dawiya dawî gelê Kurd, demokrat û kedkarên Tirkiyê, jin û ciwan dê van sê faşîstan an têk bibin û bavêjin ser sergoyê dîrokê, an jî dê wan rêkin nexweşxaneya Elezîzê an Bakirkoyê ya dînan. Jixwe tenê dîn dikarin wisa herkesî dijmin îlan bikin; yan jî ew faşîstên piştre dîn û har dibin.
Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, jin û ciwan dibînin ku dawiya vê desthilatê nêzîk bûye. Desthilata faşîst ya AKP-MHP her çî dixwaze bi zêdekirina zilm û zorê civakê û dijberên xwe bitirsîne, bêdeng bike û biperçiqîne jî, ne mumkune bi ser keve. 2020’an ev polîtîka bi ser neket. Ne zilm û zextê, ne jî vîrûsa Corona’yê karî vê desthilatê rizgar bike. Ya divê bê kirin ew e, li dijî vê desthilatê berxwedan û têkoşîn dewam bike. Ya rastî ev desthilat jî ji niha de hilweşiya ye. 2021 dê bibe sala ku serpêhatiya vê hilweşandinê bê nivîsandin.
Heke di bin vê zilm û zorê de Wanê serî hilda ye, 2021’an em ê van dîmenan zêdetir bibînin. Bi dehan sal e ev gel ji bo azadiyê têdikoşe, dehhezaran şehîd, dehhezaran gazî, bi sedhezaran destgîr û girtiyên vî gelî hene. Ma kî û çi dikare li pêşiya vî gelî bibe asteng, çi dikare bihêle ev gel ji daxwaz û têkoşîna azadiyê biqere. Êdî ev gel xwediyê vê fîlozofiyê ye; an dê jiyan bi azadî be, an jî dê qet nebe.