Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Sala nû ewrên tarî belav dibin 30.12.2020

 

SALA NÛ EWRÊN TARÎ BELAV DIBIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Em saleke din ya mîladî li pişt xwe dihêlin. Bi hêviya sala 2021’an di serî de ji bo jinan, ji bo gelan û ji bo civakên bindest hemûyan jiyana azad û demokratîk bi xwe re bîne. Ji ber vîrûsa Coronayê desthilatan xwest têkoşîna civakî asteng bikin û sînordar bikin. Tevî vê jî sala 2020’an encamên giring yên têkoşînê derketin holê. Ev encam jî nîşan didin, dê sala 2021’an ji bo hêzên azadî û demokrasiyê bibe sala qezencên giring. Di serî de gelê Kurd, sala nû li mirovahiyê hemûyî pîroz be.

Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn sala 2020’an bi zor û zehmetiyan derbas kir. Salek dijwar bû. Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn dewam kir, Kurdistan jî bû qada sereke ya vî şerî. Vê jî hişt ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li hemû qadan di nava zor û zehmetiyan de bimeşe. Serkêşa dijminahiya gelê Kurd û demokrasiyê dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê êrişên xwe bênavber dewam kir.

Sala 2020’an karakterê dewleta Tirk yê serkêşê dijminahiya Kurd, tazî raxist pêş çavan. Ji vî alî ve, li beşên Kurdistanê hemûyî bû salek ku karakterê qirker yê dewleta Tirk baştir were fêmkirin. Êdî Kurdan hemûyan dît dewleta Tirk serkêşa dijminahiya Kurda ye. Ev ji bo Kurdan hemû û têkoşîna azadiya Kurdan li her qadê têgehiştinek giring bû

2020’an du pêşketinên giring çêbûn. Ya yekê; ne tinê li Kurdistan û Rojhilata navîn, li cîhanê hemûyî gel û hêzên demokrasiyê li Rêber Apo xwedî derketin. Ya diduyê; li dinyayê tevî jinan li dijî desthilatên zalim û zilam têkoşîneke xurt û mezin meşand. Êdî jin bi îdeolojiya rizgariyê derdikevin qadan, demokrasî û azadî di bin bandora têkoşîna wê de pêşdikeve. Ev jî tê wateya demokrasî û azadiya berfireh û kûrbûyî. Ev herdu pêşketin bi serê xwe dihêlin ku hem gelê Kurd hem jî mirovahî 2021’an bi hêviyek mezin pêşwazî bike. Ji ber ku ev herdu pêşketinên giring, dê hevûdu temam bikin, mirovahiyê bigehînin paşerojeke ronî. Her cihê destê jina lêgera azadiyê lê dikeve û dinya tev dê bibe cihê jiyaneke xweşiktir.

Bi hêviya 2021’an di serî de desthilata AKP-MHP, hemû desthilatên faşîst-despot têk biçin, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dema azadiyê were. Bi hêviya ku bedelên gelan dane, bibin havênê jiyaneke xweşik…2021 vê mizginiyê bide me ku, sedsala 21. di xeta azadiya jinê de bibe sedsala azadî û demokrasiyê…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv