Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Bendewariyeke xelkê ji wan tune’

 

BENDEWARIYEKE XELKÊ JI WAN TINE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li Iraqê hilbijartin pêk hatin. Partiya Şiî Ereb a Sadr bû partiya yekemîn. Li Başûrê Kurdistanê jî PDK bû partiya yekemîn. Lê tevlibûna hilbijartinan di sedî 40’î de ma. Ji sedî 60’ê xelkê neçû ser sindoqan. Dengê ji sedî 40’ê mayî jî partiyan di nava xwe de parve kirin. Yanî ne li Iraqê ne jî li Başûrê Kurdistanê ti partiyekê ji gel zêdetirî sedî 20’an deng wernegirtiye. Heke li cihekî tevlibûn di asta ji sedî 40’î de be li wê derê heke partiyek temamiya dengan jî wergire, nikare xelkê temsîl bike. Hilbijartineke ku ji sedî 60’ê xelkê neçûye ser sindoqan ne meşrû ye.

Hem di warê siyasî de meşrû nîne hem jî di warê exlaqî û wijdanî de ev hilbijartin meşrû nîne. Partiyeke ku rabe bibêje min ji sedî 20’ê dengê xelkê wergirtiye jî nikare bibêje ez xelkê temsîl dikim, li ser navê xelkê biryaran didim û biryaran pêk tînim. Peyama ku ji hilbijartinan derketiye eşkere ye; xelk ti bendewariyeke xwe ji hilbijartinan nemaye û ji partiyên heyî jî destê xwe şûştiye. Ev ji bo temamiya partiyên siyasî tê wateya têkçûnê. Ji ber vê hilbijartinê yan divê hemû partî rexnedana xwe bidin yan jî lazim e ji siyasetê xwe vekişînin. Encam ev e. Ev encam bi taybetî jî ji bo partiyên li Iraq û Başûrê Kurdistanê desthilat in wisa ye.

Van partiyan îflas kirine û xelk jî van partiyan naxwaze. Ev partî di heman demê de ew partîbûn ku li ser postê desthilatê rûdiniştin. Wan hêvî bi xelkê re nehiştiye. Xelk di heman demê de peyam daye mixalefetê jî. Jê re gotiye; hûn jî hêviyê nadin me, ji ber wê lazim e hûn xwe biguherînin, bibin alternatîfên rasteqîn. Nirxandina encamên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê girîng e. Ji ber ku PDK ev bi rojan e weke ku serkeftineke mezin bi dest xistiye, propaganda dike. Berevajî vê di serî de li Şengalê li gelek deveran li gel ku hîle jî kirin, partiya ku li Başûr bi bin ket PDK ye. Ji ber ku berpirsyara sereke ya vê encama derketî holê PDK bi xwe ye.

Ji halê bêhêvîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê PDK berpirsyar e. Îflasa di vê siyasetê de pêk hat jî di esasê xwe de îflasa PDK’ê ye. Bêguman partiyên din jî ji vê encama derketî holê berpirsyar in. Pergala ku PDK li Başûrê Kurdistanê daniye îflas kiriye.

PDK ji nava ji sedî 40’ê xelkê ku çûye ser sindoqê dibêje, dengê herî zêde min bi dest xistiye. Lê bila bi van gotinan ne xwe ne jî xelkê bixapîne. Lazim e ew ji encamên hilbijartinan dersê derxe, dev ji polîtîkayên xwe yên hevkariya bi dewleta Tirk re dike û zextê li ser gel dimeşîne, biterikîne. Divê polîtîkayên li ser esasên welaparêzî û demokratîk bimeşîne da ku bikaribe desteka gelê kurd bi dest bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv