Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Enfal û Efrîn 11.01.2021

 

ENFAL Û EFRÎN
GULÊ ALGUNERHAN / WELAT

12’ê Adara 1986’an jenosîda Kurdan a bi destê Saddam Husên dest pê kir. Navê vê tevgera qirkirinê El Enfal bû. Enfal a ku sûreyeke Quranê ye tê maneya ‘xenîmeta şer’. Ev tevgera qirkirinê li Başûrê Kurdistanê bi 8 pêngavan hat meşandin. Tevgera qirkirinê ku Adara 1986’an dest pê kir, heta Adara 1988’an ango heta komkujiya Helebçeyê dewam kir. Di Enfalê de bi kêmanî 182 hezar Kurd bi saxî li sahraya Iraqê hatin gorkirin. Milyonek Kurd koçber bûn, 4 hezar û 500 gund wêran bûn, bi sedan û hezaran dibistan, mizgeft û dêr kavil bûn. Demografiya herêmê hat guhertin, bax û baxçeyên Kurdan hatin talankirin. Kesên ji vê qirkirinê sax filitîn jî ne dizanin sax in, ne jî mirî. Tevî van hemûyan, di Enfalê de bi hezaran jinên Kurd bûn qurbanî. Hêzên rejîma Baas’ê bi hezaran jinên Kurd kirin cariye û weke koleyan wan firotin şêx û dewlemendên li Misir, Tirkiye û hwd…

Enfal tê maneya qirkirina Kurdan. 34 sal di ser Enfalê re derbas bûn. Wê demê fermana wê Saddam dabû, îro jî ev qirkirina sîstematîk bi destê Erdogan tê domandin.

Piştî 34 salan, li Şengal, Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û li her devera Kurdistanê hîn jî Enfal e. Bi taybetî jî rewşa Efrînê nîşan dide ku Erdogan heft pehîn li Saddam xistine. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi boneya dawiya salê raporek aşkera kir. Di rapora qalkirî de tê gotin; 400 hezar kesên biyanî li Efrînê hatine bicihkirin. Navê gund û deveran kirine tirkî, 732 sivîl hatin kuştin, nêzî hezar kes birîndar bûn, destavêtin 68 jinan, 314 hezar û 400 dar hatin birîn, bi dehan şûnwarên dîrokî hatin talankirin. Di nav 3 salên dagirkeriyê de 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin. Tenê di sala 2020’an de 987 kes hatin revandin û piraniya wan jin in.

Lazim e em ji bîr nekin, tişta li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tê kirin, sûc e, jenosîd e û qirkirineke sîstematîk e. Kurd dikarin bi rojeveke taybet a Efrînê û bi taybetî jî revandina jinan vê yekê têxin mijareke raya giştî ya cîhanî. Ji bo vê jî divê refleksa li dijî xirabî û tarîtiyê ji her demê bêtir xurt û bi hêz be. Kurd hîna aqûbeta jinên dema Enfalê nizanin, lê ger îro êşa jinên Efrînê li Hewlêr, Silêmanî, Mahabad, Ûrmiye, Amed û Dêrsimê bê hîskirin wê demê ew ê refleksa neteweyî ya li beramberî vê hovîtiyê jî derkeve holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv