Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Greva birçîbûnê ya li zîndanan di roja 50’î de ye 15.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN DI ROJA 50’Î DE YE

Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê.

Bi vê dirûşmeyê pêngava KCK û KJK’ê ya ji bo azadiya rêber APO û Kurdistanê ragihandiye li her derê mezin dibe.

Di serî de zîndan li gelek deveran Kurdistanî û dostên xwe li li ser piyan e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê-dem û dor-veger a li zîndanên dewleta Tirk a dagirker 50 rojên xwe tijî kir.

MALBATÊN GIRTIYAN BANG KIRIN:
HETA KENGÊ EM Ê BÊDENG BIMÎNIN

Dayika girtiyê azadiyê Necdet Parlak, Nurê Parlak desteka xwe ya ji bo berxwedêran ragihand..

Nurê Parlak dibêje, bêdengiya li hemberî tecrîdê hevkariya sucê li dijî mafê mirovan e.

Divê em bi hevgirtin û dengekî bilind xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin.

Yek ji berxwedêran jî Veysî Mîran Işik ê li zîndana Amedê ye.

Bavê wî Ramazan Işik derbarê çalakiya greva birçîbûnê de peyîvî û banga hestiyariyê li her kesî kir.

Ramazan Işik dide zanîn ku daxwazên zarokên wan rewa ne û dibêje: Ma heta kengê em ê bêdeng bimînin?

HDP’Ê LI SER TECRÎD Û ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DAXUYANÎ DA:
TECRÎD, SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE, DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê li Meclîsa Tirk civîneke çapemeniyê pêk anî.

Di civînê de parlementera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û îşaret bi polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo kir.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku buroya hiqûqê ya sedsalê jî di rapora xwe de eşkere kiriye sîstema êşkencê ya li Îmraliyê li ti dera Cîhanê nîne û wiha got:

Ji ber vê yekê, divê Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê-CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, bi erka xwe rabin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê ya li zîndanan jî kir û got:

Girtiyên azadiyê di nava şert û mercên pir zehmet de li berxwe didin.

Gelê Kurd di her şert û mercî de ji bo rêbertiya xwe canê xwe datîne holê.

Beyî ku em derng bimînin banga me ew e ku herkesê xwedî wijdan xwedî li berxwedana wan derkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv