Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Greva birçîbûnê di roja 23’an de ye; girtî bibiryar in 19.12.2020

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê dabû destpêkirin bi koma 5’an di roja 23’an de didome. Girtiyan bang kir ku ‘her kes destê xwe bixe bin kevir’.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku girtiyên siyasî 27’ê Mijdarê dabû destpêkirin dewam dike. Çalakî bi koma 5’an di roja 23’an de didome.

‘HETA BIGIHÊJIN ARMANCÊN XWE…’

Li Girtîgeha Jinan a Sîncan Dîber Tanrikûlû li ser çalakiyê ev peyam da:

“Armanca çalakiya me rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me û azadiya wî ya fîzîkî ye. Berî her kesî mafê Rêbertiya me heye ku di nava gelê xwe de bijî. Ji bo vê jî tişta ji destê me bê em ê bikin. Çalakiya me heta bigihêje armancên xwe wê dom dike. Em bi bawerin ku wê çalakiya me encamekî mezin a serketî bi xwe re bîne. Divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Em bi hev re vî barî rakin û bigihînin serketinê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv