Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîlayên Werxelê bi biryar in

 

Artêşa Tirk ji bo ku têkeve tunelên şer ên li Werxelê çekên kîmyewî jî tê de her metodê bi kar tîne lê dîsa jî nikare berxwedana gerîlayan bişkîne.

Berxwedana gerîlayên li qada Werxelê ya Avaşînê didome. Sê meh in berxwedana li hemberî êrişên dagirker didome. Ev berxwedan him di tunelên şer de û him jî li qadê didome. Qada Werxelê bûye qada ku şerê herî dirêj û tund lê pêk tê.

Leşkerên Tirk ên ku li dijî Qada Berxwedana Werxelê her cure metodên li dijî exlaq bi kar tîne û nikare tu encamê bistîne, prestîja artêşa xwe jî serûbin kirine. Artêşa Tirk a ku her cure barbariyê dike, cara pêşîn e ku li qadeke ku xwest dagir bike, wisa asê maye. Yek ji sedema asêbûna wê jî çalakiyên gerîlayên li qadê ne. Gerîla şertên erdnîgarî, hewa û teknîka dijmin pûç dikin. Di 20 rojên dawîn de çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê nîşana vî tiştî ne.

Yekîneyên gerîlayan ên ku ji destpêka êrişên dagirker gelek çalakî kirine, ji kamerayên xwe peyam ji hevrêyên xwe dişînin, îddîa û baweriya xwe datînin holê. Gerîla derbarê dijminê ku ji demeke dirêj ve dişopîne û xistine bin kontrola xwe jî agahiyan didin. Dema ku gerîla van dîmenan qeyd dike jî dengê balefirên şer û obusan tên. Dema ev teqîn pêk tên gerîla ji cihê xwe jî tevnalive, peyama wan a ji bo hevrêyên wan didome: Em ê bi ser bikevin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv