Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayên serdema modern: Piştî çalakiya gerîla balafirgeha şer a Amedê hat girtin

 

GERÎLAYÊN SERDAMA MODERN
PIŞTÎ ÇALAKIYA GERÎLA BALAFIRGEHA ŞER A AMEDÊ HAT GIRTIN

Dewleta Tirk li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji bo îrdaya Kurda bişkîne û Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye biki bi pîştgiriya hêzên navnetewî dest bi planekî nu kir.

Cotmeha sala 2014’an di civîna Desteya Ewlekariya Tirk MGK’ê de biryara vê planê hat dayîn

Di vê demê de hem dawî li pêvajoya bi navê çareriyê anî û hem jî 24’ê Tîrmeha sala 2015’an bi tevlîbûna 89 balafirên şer dest bi êrişa xwe herî mezin kir.

Ji wê rojê ve tevgerên dagirkeriyê li dijî Herêmên Parastinêm yên Medyayê ranewestiyan e.

Li hemberî van êrişan, di serî de xeta Botan û Zagrosê, gerîlla li her deverên Kurdistanê darbên giran li artêşa Tirk dan û bi vî awayî rê nedan plana “çong-danînê” bi ser bikeve.

Weke rêya dawî a ji bo dewleta Tirk, vê carê jî bikaranîn teknîka şer a herî pêşketî li cîhanê ket dewrê.

Ev yek ji bo Enqerê weke destpêkirina stratejiya nû ya êrişan hate binavkirin.

Van êrişên mezin bi qasî dijwariya xwe rê li ber wê yekê vekirin ku gerîllayên Kurdistanên dest bi qonaxa rêbaza şerê nû bikin.

Fermandarê Biryargeha Navda Parastina Gel Mûrat Karayilan ev qonax weke “Gerîllayên Serdama Modern” pênase kiribû.

Armanca sereke ji vê guhertinê ew bû ku gerîlla li hemberî teknîka şer a giran hem xwe biparêze û hem jî çalakiyên bi bandor pêk bîne.

Weke gava pêşî ya vê pêvajoyê, gerîllayên Kurdistanê li hemberî tevgera dagirkirina Xakûrkê dest bi rêbaza şerê modern kirin.

Bi demê re hem lewaziyên vê rêbazê hatin eşkerekirin û hem jî derfeta pêşxistinê peyda bû.

Bi taybet piştî êrişa li dijî Haftanînê ev yek hê bi awayekî zelal derket holê.

Bi berxwedana dîrokî ya li Garê, hêza gerîla nîşanî dewleta Tirk û hevkarên wê da ku rêbaza şerê nû çendî bi bandor e.

Di wexteke wiha de ku êşkenceya li Îmraliyê di asta xwe a herî dijwar de bû, zextên li dijî gel û êrişên rojan ên li çiyayên Kurdistanê rê li ber encamên giran vekirin.

Şeva 19’ê Gulan roja avakirina Komara Tirkiyê, li dijî Navenda 8’an a hêzên hewayî li Amedê çalakiyeke mezin pêk hat..

Hêza Hewayî ya Şehîd Delal bombe bi ser vê baregehê de barandin.

Vê çalakiya sansasyonel û bi bandor wisa lê kir ku dewleta Tirk neçar bimîne balafirgeha Amedê ji 24’ê Gulan û şûn ve wê ji bo 30 rojan li tevgera hewayî bigre.

Ev biryara girtina balafirgehê carekedin bandora çalakiya gerîla radixe ber çavan.

Hê Enqerê ji şoka vê çalakiya xelas nebibû,

Roja 20’ê Gulanê vê carê jî Navenda balafirên şer ên bê mirov li Batmanê bû hedefa yekîneya Şehîd Delal.

Di heman saetan de li dijî navenda kordînekirina êrişan a li Şirnexê jî dronên gerîllayên HPG’ê li ser azmanan bû.

Ji roja ku ev çalakî pêk hatine, êdî esker, polîs û hêzên îstîxbara Tirk li Kurdistanê neçar man ku ji êvarê heta sibê ronahiya avahiyên xwe vemirînin.

Weke encam;

Di wextekî de ku rêjîma Tirk bi gotin, “êdî PKK’ê nema kare serê xwe rabike”, “Êdî ti hêza wê a êrişan nemaye” ket nava hêvî û bendewariyê têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê, careke din derket holê bê şerê gerîllatiya serdemê çendîn bi bandor e.

Li cihê qîr û nîşandana hêza xwe a mezin, êdî artêşa duyemîn a NATO ket wê rewşê ku di tarîtiyê de ronahiyên xwe vemirîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv