GERILAYÊN JIN ÊN CENGA HEFTANÎNÊ
“HÛNÊ BI SERBIKEVIN? “JIXWE EM BI SERKETINE”
Cenga Heftanînê ya li dijî dagirkeriya Tirk salek li pey xwe hişt.
Ev zêdetirî 100 roj in, şerê li Heftanînê girantir bûye.
Pêşengên vê pêngavê gerîlayên YJA-Starê ne.
Hêzên gerilla bi moral û coşa xwe, bi peyamên didin biryardariya serketina li dijî dagirkeran ji televizyona me re anîn ziman.
Devrîm Seyfedîn, Mizgîn Zerya, Sorxwîn Amed, Warşîn Avaşîn, Doğa Zîlan, Bêrîvan Cûdi, Ararat Malazgirt, Esmer Devrîm Zerdeşt, Viyan Devrîm, Zerya Mahîr, Nûcan Serdoz û Amara Roj…
Pêşengên nemir ên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê.
Her roj ji hevalên xwe re li Heftanînê dibin hêz, moral û wêrekiyeke nedîtî.
Ew pêşeng in, ku hê ji destpêkê ve ji serketina xwe ya li dijî zihniyeta zilam a zilmperest bawer in.
Her yek ji bersiveke zelal…
Her yek ji wan Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr in…
Ew ji qewmê çiyê, ew cewhera çiyayên xwedayî ne.
Azadkerên koletiya hezarê salan, kelehên parastina “jinê” ne.
Ji bo wan her dever Heftanîn… Her dever qada cenga li dijî zalim û dagirkeran e.
Ne xwedî çeperekî çargavî ne, ji ber ku her girek, çiyayek çepereke ji bo wan.
Xwedî wê soza tolhildanê ne.
Bi hevalên xwe yên nemir re her kêlî dilsoz in.
Mîna ku ruhê hevalên xwe danîbin ser mil û kabên xwe… Bi rûkeniya wan timî amade ne.