Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerilayên HPG derbeyên giran li hêzên Dewleta Tirk a dagirker didin

 

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftenînê derbên giran li artêşa dewleta Tirk dan.

Di çalakiyan de bi kêmanî 8 esker hatin kuştin.

Li qada Xantûrê jî çalakiyeke bi bandor pêk hat.

Lê wê paşê encamên wê werin eşkerekirin.

Li navçeya Colemêrgê Çelê jî gerîlayên YJA Starê çalakî kirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA HEFTENÎNÊ
HPG: LI ŞEŞDARA Û ŞEHÎD CÛDÎ 7 ESKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek da û cih da çalakiyên dawî yên gerîlayan li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker li Heftenîn û Çelê.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftenînê, bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê çalakiyên xwe didomînin.

25’ê Hezîranê li qada Şeşdara gerîlayan rê li ber artêşa dagirker girtin û heta serê sibê şer bi dijwarî dewam kir.

Ev qad bi awayekî dijwar hat bombekirin û hêzên me bi qehremanî li ber xwe dan.

Di vî şerî de 7 esker hatin kuştin û zêdetirî 10 esker jî birîndar bûn.

Hevrêyên me yên di bin fermandariya Esmer Devrîm de, Sema Kato, Arîn Engîzek, Bêrîvan Cûdî û Ararat Serhed heta gulleya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

26’ê Hezîranê gerîlayên YJA-Starê li dijî dagirkerên berê xwe dabûn qada Şehîd Cûdî çalakiyeke sabotajê kirin.

Di çalakiyê de eskerek hat kuştin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA HEFTENÎNÊ
LI XANTÛRÊ ÇALAKIYA BI BANDOR: GELEK ESKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê bi şev li qada Xantûrê li dijî dagirkeran çalakiyeke bi bandor hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de gelek esker hatin kuştin û agahiyên berfirehtir wê paşê bi raya giştî re werin parvekirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD BAGER Û ŞEHÎD RONYA
HPG: LI ÇELÊ KEPÇEYEK HAT ÎMHAKIRIN Û 2 ESKER HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPGê li navçeya Colemêrgê Çelê jî gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya rabûn.

Gerîlayên YJA-Starê 24’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Rêber çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de kepçeyeke dagirkeran hat tinekirin, 2 esker hatin kuştin û 2 esker jî birîndarbûn.

27’ê Hezîranê gerîlayan Qereqola Girê ya li Çelê kirin hedef.

Artêşa dagirker kuştî û birîndar dan lê hejmara wan nehat zelalkirin.

31’ê Gulanê artêşa dewleta Tirk li qada Derewa Qesradê ya Çelê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Li vir di navbera gerîlayan û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî.

Gerîlayên bi navê Brûsk, Harûn û Kawa, ku derbên giran li dagirkeran dan heta gulleya dawî şer kirin û şehîd bûn.
s

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv