Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayê YRK’ê Rûbar Efrîn: ‘Azadî bi felsefeya Rêber Apo dibe’

 

Gerîlayê YRK’ê Rûbar Efrîn destnîşan kir ku ji bo jiyaneke bi rûmet pêwîstiya gelê Kurd bi şerekî gel ê şoreşgerî heye û got, “Yekane rêya ber bi demokrasî û azadiyê ve, fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

Gerîlayê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Rûbar Efrîn, têkildarî zilma li gelê Kurd tê kirin, rê û rêbazên dawîanîna li dagirkeriya li Kurdistanê û pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ axivî. Gerîla Rêbar Efrîn got, “Sedema zilma ku li civaka me dihate kirin, desthilatdariya dewletê bû. Vê desthilatdariyê li civakê ferz dikin. Li nava refên azadiyê desthilatdarî nîne. Ji ber vê yekê mirov zû hînî jiyana gerîla dibe û bi doza azadiyê ve têne girêdan. Jiyana gerîla jiyaneke azad e, lewma mirov dema tevlî nava refên gerîla dibe baştir fêhm dike ku sîstemê çawa civak xistiye bin kontrola xwe.”

Rûbar Efrîn qala pêvajoya tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir û wiha axivî, “Yek ji sedemên tevlîbûna min a li nava refên gerîla şehadeta hevalê min Rêbaz bû ku çalakiya fedayî kir. Niha hewl didim xwe bigihînim asta şehîd Rêbaz, tola şehîdan hemûyan hilînim û azadiyê pêşkêşî dayikên Kurd bikim. Li vê derê her kes bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo tevdigere. Paradîgmaya Rêbertî jiyaneke ewkhev û fikrekî azad pêşkêş dike. Ji ber ku jiyana li nava gerîla jiyaneke wekhev e, her kêliya wê ji bo min erênî ye. Ev jî dibe wesîle ku em felsefeya Rêber Apo baştir nas bikin.”

‘AZADIYA RÊBER APO WÊ BIBE SEDEMA AZADIYA JINAN HEMÛYAN’

Gerîla Rûbar Efrîn destnîşan kir ku azadiya civakê, bi fikir û felsefeya azad dibe û got, “Avakirina civakeke azad û demokratîk wê di nava civakê de wekheviyê biafirîne wê dawî li dagirkeriya li Kurdistanê bîne. Divê mirov bi wateya jiyana xwe zanibe û zanibe ku divê çawa û çima bijî Ji bo jiyaneke bi rûmet a gelê Kurd pêwîstî bi şerê gel ê şoreşgerî heye. Yekane rêya ber bi azadî û demokrasiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

Rûbar Efrîn destnîşan kir ku azadiya jinê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û di dawiya axaftina xwe de got, “Weke gerîlayekî azadiyê bang li ciwanan û bi taybetî jî jinan dikim; bila bi erka xwe rabin, şoreşa demokrasî û azadiyê ava bikin. Banga min li xelkê Merîwanê ye; divê zext û zilmê qebûl nekin. Bi taybetî divê ciwanên Kurd li ber dagirkeriyê rabin, xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin û ji bo azadiyê rabin ser piyan. Azadiya Rêber Apo wê rê li ber azadiya jinên li Rojhilata Navîn hemûyan veke.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv