CENGA HEFTANÎNÊ
GERÎLAYAN JI DU MILAN VE LI DAGIRKERÊN LI GIRÊ KOXÊ MELE YEHYA DAN
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîla eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê:
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Heftenînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn.
4’ê Mijdarê li dijî dagirkerên li ser girê Koxê Mele Yehya yên li qada şehîd Kendal ji du milan ve çalakî kirin.
Milê yekemîn ê yekîneya gerîla du çeper tevî eskerên te de îmha kirin..
Milê duyemîn jî bi mesafeyeke nêz li dagirkeran da.
Lê belê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
GERÎLAYAN LI ÇELÊ ÇALAKIYEKE BI BANDOR KIRIN
HPG: LI ÇELÊ 3 ESKER HATIN KUŞTIN, ÇEPEREK HAT RÛXANDIN
Heman rojê gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî, dagirkerên li ser gerê şehîd Rêber kirin hedef.
Gerîlayan çeper û stargehên artêşa dewleta Tirk a dagirker dan ber guleyan.
Di encamê de çeperek hat rûxandin, 3 esker hatin kuştin.
Di vê navberê de balafirên şer ên artêşa Tirk 4’ê Mijdarê derdora gundê Duvriyê yê herêma Garê:
Û girê Sor ê herêma Avaşînê bombabaran kirin..
HPG’ê da zanîn ku di van êrişan de zirar negihîştiye hêzên wan.