Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelo li Dersimê çi di qewime? 07.11.2020

DERSIM – Di demên dawî de, Dersim bi bûyerên tacîz, tecawîz, qetilkirinên jin û zarokan di rojevê de ye. Alîcan Onlu yê HDP’î, diyar kir ku sedama bûyerên neyînî yên li bajarê di rû didin, çawîşên pispor, polîs û kesên nêzî hikumetê ne.

Di nava sala dawî de, bajarê Dersimê, bi bûyerên tacîz, tecawîz, qetilkirinên jin û zarokan ji rojevê dernakeve. Sedama bûyerên windakirin, tecîz, tecawîz û îstîsmarê yên li bajêr rû didin, weke polîtîkayên şerê taybet ên bi salane desthilatdarî pêk tîne tê nirxandin. Ji 5’ê Çileyê ve bi tu awayî agahî ji Gulîstan Doku ya winda nayê girtin û bûyera êrîşa zayendî ya li dijî zarokan a li Pêrtakê hîna jî di rojevê de ye.
Herî dawî li Taxa Ataturkê, H.K. ê di kargehekê de dixebitî, ji aliyê hostayê xwe Huseyîn Polat ve hat tacîzkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersimê Alîcan Onlu, bûyerên tacîz û tecawîzê yên li bajêr diqewimin nirxandin.
Onlu, diyar kir ku Waliyê Dersimê yê berê Tuncer Sonel di lêpirsîna Gulîstan Doku ya winda de, xwest têgîna întîhar ava bike û wiha axivî: “Ji ber vê yekê tenê di avê de lêgerîn kirin. Di bûyera winda bûna Dokû de, Zaynal û bavê wî yê polîs ne bi tenê ne. Li vê derê, pirsên weke gelo Gulîstan Dokû şahidiya polîtîkayên bêexlaqî, bêesil kirinê û bişavtinê kir? An jî nexwest bibe amûrê vê yekê ji bo wê hat winda kirin? tên hişê mirov.”
QEYÛM EW KARGEH GIRT 
Onal, bal kişand ser bûyerên tacîz û tecawizê yên li bajar diqewim û wiha got: “Waliyê berê Tuncel Sonel, Samî Dogan ê weke alîkarê xwe diyar kiribûn jî girt ba xwe û gelek cihên Dersimê bi alîgirên xwe dan çêkirin. Kargeha li Taxa Ataturkê ya li wê derê bûyera tacîzê rû da, ji aliyê alîkarê walî ve dihat parastin. Weke ku xespkirina şaredariyê ne bes be, di heman demê bi hev re kargeh jî vekirin. Li vê kargeha li Taxa Ataturkê bûyerên tacîz û tecawîzê rû dan. Jinên li bajêr li dijî vê mijarê dest bi xebatan kirin. Emê jî şopdarê vê bûyerê bin û bibin rojeva Meclîsê.”
Onlu, da zanîn ku li bajêr dibin navê “Dikankariyê” de, kargehên li dijî exlaq û nirxê civakê tên vekirin û wiha bilev kir: “Li van kargehan karê fihûş û bêexlaqî tên kirin. Ev kargeh bi alîkarê walîtiyê re hatine avakirin. Çawîşên pispor û  tarîqetparêzên AKP’î li van deran bêexlaqiyê pêş dixin. Ji berê de jî li dijî bîr, bawerî, çand û xwezaya gelê Dersimê, polîtîkayên dijminane tên bi rêve birin. Li Pertakê 3 salan bûyereke tecawizê ya zarok hat jiyîn. Di nava vê bûyerê de, cerdevan, çawîşên pispor, polîs û çeteyên xwe weke dikandar dabûn nîşandan hebûn. Lê hikumetê ev bûyer veşart, ji bo vê bûyerê biryara qedexeyê da û kesên bertek nîşanî vê bûyerê dan jî weke sûcdar hesibandin. Ji bo ku hemû qirêjiyên wan dernekevin holê xwestin ser bûyerê bigirin. Divê  me li dijî bûyerên wiha berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”
‘NE TENÊ JIN DIVÊ HER KES WEKE ERKA XWE BIBÎNE’
Onlu, dest nîşan kir ku divê Şaredariya Dersimê li dijî van qadên wiha bikeve nava tevgerê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lazime ku şaredarî mudaxileyî van deran bike. Ne tenê jin, divê her kes li dijî van bûyerên wiha yên li bajêr rû didin bikevin nava tevgerê û têbikoşin. Em ji bo vî gelî hene.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv