Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Geliyê Hetmanê: Dîmenek bihuştî ji herêma Şirnexê 31.03.2021

 

GELIYÊ HETMANÊ
DÎMENEK BIHUŞTÎ LI HERÊMA ŞIRNEXÊ YE

Geliyê Hêtmanê, cihê dîmenên bêhempa ye

Li Geliyê Hêtmanê ku rengên biharê hemû xwe lê digirin, gava şînahiya Çemê Dîcleyê û keskayiya xwezayiyê lê dibin yek, dibe cihê dîmenên bêhempa.

Li Geliyê Hêtmanê yê gundê Hêtman ê navçeya Basan a Şirnexê, bi bedewiya xwe mirov heyr û hejmetkar dihêle. Gelî, 8 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Gava mirov ji gund bi qasî 7 kîlometreyan dimeşe, leqayî şînayiya Çemê Dîcleyê tê. Li vî geliyê kûr gelek darên fêkiyan û kulîlkên rengrengo hene.

Çem, di nav qelaçên asê de bi awayekî fetlokî diherike û zelaliya wê aramiyeke bêhempa li mirov peyda dike.

Gava mirov li seranserê geliyê dimeşe, serê gavê leqayî catiriyê tê û gava lingê mirov lê dikeve bêhna wê li geliyê belav dibe.

Ev geliyê ku cihê dîmenine bêhempa ye, bala wênegiran jî dikişîne û ji bo bo wan dibe malovan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv