Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelê Berwarî: Em ê neyên lîstika dewleta Tirk

 

Gelê ku li herêma Berwarî dijî ku li dijî êrîşên dagirker ên Tirk xwedî helwest e, diyar kir dewleta Tirk dixwaze şerekî di nav Kurdan de derxîne lê ew ê ti caran neyên vê lîstikê.

Welatiyên ku li Metîna herêma Berwarî dijîin ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna xwe anîn ser ziman û wiha gotin; “Saddam digot ‘ezê Iraqê bigrim û çi tişt bi navê Kurdan nahêlim’ lê me dît çawa têk çû. Zilma herî mezin li ser gelê Kurd da meşandin lê dawî de ew bi xwe têk çû. Ewê Erdogan jî wekî Saddam wê têk biçe’

Li Metîna rojane cîhê ku sivîl lê dijîn û hema demê de zeviyê wan ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombekirin û heta niha gelek kesên sivîl ji ber van êrîşan jiyana ji dest dan. Ji ber rewşa aloz xelkê herêmê di mêtîrsiyê de ye. Cotkarekî ji ber êrîşên heyî nerazîbûna xwe wiha anî ziman û got, “Em dixwazin ev şer bê rawestandin. Milet ji ber bombardimanên dewleta Tirk dev ji gundê xwe berdidin.  Divê hukûmeta herêmê jî di vê mijarê de çareseriyek bibine. Gelek gundên Metîna, Qela Qumriyê, Dişîşê, Sararo û hwd. heta vê gavê tê bombardiman kirin. Xelk nikare biçe zeviyên xwe. Zirarek mezin gihîştiye jiyana gundan û gele vê derê. Heke çareyek neye dîtin ev gund hemû wek çolan lê werin. Heke ev gund bên berdan cardin vegerê wê jî zehmet be. Çi mafê dewleta Tirk nîne ku bê ser axên me de. Ev zilm e. Hemû darên me ji binî ve qut kirin û birin firotin. Dewleta Tirk ji hemû Kurdan re dibêje terorîst e, ev yek ti carî nayê qabul kirin. Em bên kuştin jî ti carî dev ji axên xwe bernadin. Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk xelk bêzar bûye. Berya çend rojan pênc pêşmerge jiyana xwe dest dan li serê Amediyê, dewleta Tirk vê bûyerê dixe stûyê PKK’ê lê ev ne rast e ji ber ku Serokatî jî dibêje em şerê birakujî naxwezin û em jî ti carî neyên lêyîstokên Tirkan.”

Welatiyên ku li herêma Berwarî dijîn bi çandiniyê ve debara dikin lê belê ji ber ku dewleta Tirk ji bo valakirina gundan bombardimanek dijwar li ser herêmê dike, gel nikare biçe zeviyên xwe. Di vê derbarê de jî rênçberekî wiha got; “Dewleta Tirk bi balafirên şer malên me, gundên me bombardiman dike. Lê di qada navnetewî de bertekekî tund li hember dewleta Tirk nayê  raber kirin. Serî de pêwîste em di nava xwe de yekîtî çê bikin û bi hevre li hember vê dagirkeriyê bisekinin. Di nava zeviyên xwe de bi rehetî nikarin bigerin ji ber ku dewleta Tirk sîvîlan jî dike hedef û lê dide. Rojane balafirên şer derdora gundê me lê dide. Çi mafê Tirka li ser xakên me Kurdistanê tine ye. Saddam digot ‘ezê Iraqê bigrim û çi tişt bi navê Kurda nahêlim’ lê me dît çawa têk çû. Zilmê herî mezin li ser gelê Kurd da meşandin lê dawî de ew bi xwe têk çû. Ewê Erdoxan jî wekî Saddam biçe û ti carî axa Kurdistanê ji bo dagirkeran namîne.”
Dewleta Tirk heman demê de bi van êrîşan re asteng kirina yekîtiya di nava gelê Kurd de dike armanc. Ji ber vê dayîkek banga herkesi dike û wiha dibêje; “Rojane balafirên şer lê didin û dewleta Tirk êrîşê xakên me dike. Gundê me hemû şewitandin. Gundê Berwariyan û çiyayên me hemû şewitandin. Ji ber van êrîşan bi sedan malbat rêya koçberiyê de zirarek mezin jiyan kirin. PKK û em hemû gelê Kurd wek hev in ji ber ku ev êrîş li ser me hemûyan tê meşandin. Em hemû Kurd in. Em şer naxwazin. Dewleta Tirk li ser axa me de zilmê li me dikin, gundê me dişewitînin, gund ji me re nehîştin. Em û PKK xwişk û birayên hev in. Emê li ser axa xwe jiyan bikin, dev ji gundên xwe bernadin. Dewleta Tirk bi balafiran gundê me bide jî emê ti carî axa xwe bernedin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv