Erdogan doh jin û saziyên jinan kir hedef, dev avêt peymana Stenbolê.
Di qada medya dijîtal de, jinan nerazîbûn nîşandan û gotin: Jin wê bi têkoşîna xwe rê nedin ti gotin û gefan.
GEFA ERDOGAN A LI DIJÎ JINAN
PEYMANA STENBOLÊ Û RÊXISTINÊN JINAN DI HEDEFA ERDOGAN DE BÛN
Serokkomarê dewleta Tirk doh piştî civîna Kabînê raste rast rêxistinên jinan kir hedef, gef li rêxistinên jinan xwar.
Gotinên parlemenenterên Iyi Partiyê destnişan kir û gef li rêxistinên jinan xwar.
Erdoganê ku di rojekê de ji peymana Stenbolê vekişiya û mafê jinan ji destê wan girt.
Dev avêt rêxistinên jinan û peymana Stenbolê
Jinan jî li ser medya dijîtal nerazîbûnek tund li dijî gotinên Erdogan dan.
Û gotin Peyman Stenbolê a me ye.
Jin bi têkoşîna xwe wê rê nedin tû gotin û gefan.
Emê timî mafê xwe li dijî hişmendiya mêr dewletê biparêzin.
Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk bi fermana Erdogan şeva 20’ê Adara 2021’ê xwe ji peymana Stenbolê vekişand.