Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Foza Yûsif: Lîstoka Kurdên spî 04.12.2020

 

LÎSTIKA KURDÊN SIPÎ
FOZA YÛSIF / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di dema dawî de çûna ENKSʼê ya Tirkî û ziyareta endamên wan Abdulah Gedo ser tirba çeteyan li Efrînê pirsên girîng xiste rojevê. Armanca vê ziyaretê çibû? Ew fotoyê ku Abdulah Gedo li ser tirba çeteyan nîşan da xwest çi mesajê bide dost û dijminan, çima helwesta ENKSʼê li dijî vî dîmenî çênebû? Wek ku em zanin dijminê me ji bo me ji hev perçe bikin û me bê hêz bikin hemû rê û rêbazan dimeşîne. Dewleta Tirk ku rojane li ser Kurdan polîtîka qirkirinê dimeşîne bi riya hin kesên ku koka wan a etnîk Kurd e, dixwaze ser van kirinên xwe bigre û rûyê xwe ê gunehkar veşêre. Bi salane vê siyaseta xwe ya derewîn dimeşîne û hin Kurdên ku ji hemû nirxên Kurdayetiyê dûrketine jî dibin alet ji bo vî şerê gemarî.

Di dîroka Tirkî de herdem ciyê Kurdên reş û Kurdên sipî cûda ye. Kurdên reş; ew Kurd in ku li ber xwe didin, hewl didin ku hebûn û xwebûna xwe biparêzin. Ew Kurd e ku xwe ji bo nirxê civaka xwe bi her awayî fedekariyê li ber çav digire. Kurdên sipî Abdullah Gedo û hevalbendên wî ne, Kurdê reş jî xelkê Efrînê ye, gelê Serêkaniyê ye. Kurdên ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û rûmeta xwe diparêzin. Kesê ku li sufra kujerê Hevrîn Xelef rûnê gelo wê çawa nûnertiya Kurdan bike, çi nûnertiyê ji ENKS’ê re dike, mafê kîjan Kurdan diparêze. Eşkere ye ku bi yek erkê radibe ew jî rewakirina kirinên çeteyan û dewleta Tirk li dijî gelê me li Efrînê û hemû deverên ku hatine dagirkirin. Bi vî rengî ji cîhanê re dibêjin; tu sûc li dijî Kurdan nîne, ji ber ku ger heba Kurd bi wan re nediçûn ser tirba çeteyan û li ser sufra kujeran nedibûn mêvan.

Yekîtîya Kurdan mijareke manûnamenê ye, lê yekîtiyeke bê pirensîb û bê pîvan tê wê maneyê ku raya giştî ya Kurd tê
xapandin. Lewma pir girîng e ku her kes bi baldarî xetên sor ên pirensîbên neteweyî biparêze û rê nede lîstokên mêhtingeran. Divê em ji dîroka xwe ders derxin û em careke din rê li pêşiya siyaseta Kurdê reş û sipî venekin. Ji ber ku ev Kurdan perçe dike û rê li ber qirkirineke nû vedike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv