Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Filmê ‘ji bo azadiyê’ ket rêza 5’an filmên Asyayê 27.12.2020

Asian Movie Pulse 20 filmên herî baş yên Rojavayê Asyayê yên sala 2020’an hilbijart. Filmê berxwedana 100 rojî ya Sûra Amedê ya 60 ciwanên xwestin dorpêça dewleta Tirk bişikînin, di rêza pêş a filmên herî baş de cih girt.

Filmê ‘Ji bo azadiyê’ ya li ser berxwedana 100 rojî ya Sûrê (Amed) ku di sala 2019’an de li bajarê berxwedanê Kobanê hatibû kişandin û di sala 2020’an de dest bi nîşandana wê hatibû kirin, li asta cîhanê de rastî eleqeyeke mezin tê. Tevî qedexeya derketina derve ya ji ber koronayê jî, film li gelek welatên Ewropayê, Japonya, Hîndîstan, Koreya Başûr û Kurdistanê hate nîşandan. Di nava salekî de herî kêm li 10 welatan hate nîşandan.

Filmê “Ji bo Azadiyê” di nava salekî de tevlî 12 festîvalên filmên herêmî û navnetewî yên weke Festîvala filman a Kolkata ya Hîndîstanê, festîvala film a Rottedarm ya Hollanda (Europa), Festîvala Film a Rojava, Festîvala film a Lêlûn û hwd bû. Ji derveyî festîvalan li seranserê bajarên Rojava bê beramber ji gel re hate nîşandan. Li kampa Penaberan a Mexmûrê jî ji bo gel hate nîşandan. Li bajarê Silêmanî di serê salê de hate plankirin li Sînema Salim were nîşandan, asayîşa Silêmaniyê li ser daxwaza dewleta Tirk asteng kir. Lê tevî wê yekê jî li Zankoya Silêmanî ji bo xwendekaran hatibû nîşandan.

Derhênerê Filmê “Ji bo azadiyê” Ersîn Çelîk diyar kir li hemû cihên ku film nîşandane rastî eleqeyeke mezin a hunerhezan, gel û ragihandinê hatiye. Çelîk diyar kir li hinek cihan li ser daxwaza zêde 3 car hatiye nîşandan.

Çelîk dazanîn heya niya xelata film a Palmiye Vollance û Katalanê girtiye û niha jî ketiye rêza 5’an a filmên Rojavayê Asyayê.

Zimanê wê yê esasî ku Kurdiye (kurmancî) jêr nivîsa wê bi zaravayê Soranî jî hatiye çêkirin. Şîrketên Japonî û Îspanî dûblajê zimanê Japonî, Îspanî û Portekîzî kirine. Her wiha bi zimanên biyanî Almanî, Fransî, Îngilîzî, Erebî, Tirkî, Katalanî, Koreyî, Îtalî jî hatine çêkirin. Bi giştî bi ji bo 13 zimanan hatiye wergerkirin.

Filmê ‘Ji bo azadiyê’ ku berhema hevpar a ‘Komîna Film a Rojava’ ye û derhêneriya wî Ersîn Çelîk kiriye, di sala 2019’an de di dema pêngava rizgarkirina Reqayê de çend km dûrî Reqayêye û di dema şer de hatiye kişandin. Film li du taxên Kobanê ku di êrîşên DAIŞ’ê de qet neketibûn, hatiye kişandin.

Ersîn Çelîk li ser pirsa, herî zêde kîjan taybetmendiya filmê ‘Ji bo azadiyê’ bala temaşevanan dikişîne jî ev  zanyarî da, “Film ji bûyer û karekterên rast pêkdihat. Her wiha bûyerên germ û hîn berdewam dike bûn. Lîstikvanên di film de lîstin berê ezmûna wan a lîstikvaniyê nebû, lê hemû bi şêweyekî beşdarê berxwedana li Rojava ya dijî DAIŞ’ê û berxwedana dijî dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê bibûn. Weke ninûme 2 berxwederên Sûrê ku ji dorpêçê rizgar bibûn (Korsan Şervan û Heqî Amed) di nava film de rola xwe bixwe lîstin. Ev mijarane tev hewayeke objektîf ji bo temaşevan dida. Ji ber filmê şer di nava bajarekî berxwedanê ya şer de hatiye kişandin, balê dikişîne. Gelek caran temaşevan dipirsin, gelo ev dokûmentere?”

Ersîn Çelîk dazanîn berxwedana Rojava kêm zêde di warê ragihandin û hunerî de ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve dihate zanîn, lê berxwedana Bakurê Kurdistanê ku çend km ji sînorê Rojava dûrbû, komkujiyên li Bakur ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, zêde ji aliyê kesî ve ne dihate zanîn, ji ber vê wan tercîheke wiha kirine û wiha pêde çû, “Cîhan çavê xwe ji komkujiyên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakurê Kurdistanê re girt. Hewl tê li ser van komkujiyên Tirkiyeyê û berxwedana li dijî wêre girtin. Me jî ya ne hatiye dîtin, xwest nîşana herkesê bidin. Hema bêje sedî 90’ê temaşevanên biyanî agahiya xwe ji vê berxwedana dijî komkujiyên dewleta Tirk nebûn. Ev film hişt ku raya giştî ji vê berxwedana Bakurê Kurdistanê agahdar bibin.”

Ersîn Çelîk got, ji ber Kurdistan dabeşê ser welatên herêmê hatiye kirin û parçe bûye, ji ber vê filmên Kurdan timî li ser Îran, Tirkiye, Sûriye û hwd didin nîşan, lê filmê “Ji bo Azadiyê” raste rast weke filmekî Kurdistanî û Kurdistanê hatiye kotegorîzekirin û naskirin.

Ersîn Çelîk derbarê astengkirina nîşandana film li bajarê Silêmanî jî diyar kir, wan hemû amadekariyên xwe kiribûn, jêr nivîsa Soranî amadekiribûn, reklam ji bo film kiribûn, lê asayîş di encama zextên Tirkiyeyê de destûr neda were nîşandan. Çelîk diyar kir wan dixwest li Hewlêr û Dihokê jî bidin nîşan, ji ber belavbûna vîrûsa koronayê nekarîne bixin planê, lê diyar kir wê hewldana wan a ji bo Başûr berdewam bike.

Çelîk ji hunermendên Başûr xwest li dijî qedexeyan derkevin û got, “Qedexekirin carna bi berhemên hunerî destpê dike, paşê ev qedexekirin ji bo hemû qadên jiyanê belav dibe. Em weke Komîna Film a Rojava bang li hunermendên Başûr dikin, xwedî li hunera azad derkevin û bi astengiyên li pêşiya hunerê re têbikoşin.”

Ersîn Çelîk li ser pirsa gelo ji derveyî nîşandana filmê “Ji bo azadiyê” qet planeke nû ya Komîna Film a Rojava û ya wî bixwe ya hunerî heye jî ev zanyarî da, “Ez niha li ser çîrokek dixebitim. Ev çîrok dîsa wê li ser berxwedana xweseriyê ya Bakurê Kurdistanê be. Hevalê me Şêro Hindê jî li ser dengbêjên Kurd dokumanterek amade dike. Dibe di demeke ne dûr de derkeve. Her wiha gelek xebatên Komînê yên hunerî di nava salê de çêbûn û berdewam dikin.”

Çima ketiye lîsteya 5’an a filmên Rojavayê Asyayê?

Jûriyên hilbijartina filmên Asya sedema hilbijartina filmê ‘Ji bo azadiyê’ di çend xalan de rêz kiriye û behsa berxwedana Kurdan dijî hovîtiya Tirk hatiye kirin û weke filmekî şer yê serkeftî, xwedî taymendiyeke agahdarkirin û dokumenterî wesf dike.

Filmên Asya sedema tercîhkirina vê filmî wiha rêz kiriye,

“Kurd bi salane dibin zilman Tirkan de ne. Lê di nava van salên dawiyê de li gel têkoşîna bi artêşa Tirk û polîsên wê re, Kurd neçar mane rûberûyê DAIŞ’ê jî werin, ev jî wer kiriye rewş hîn xiraptir bibe.

Film berhemeke komînal ya Komîna Film a Rojava ya di şertên şer de hatiye kişandine. Dema Efrîn di hate bombekirin û li Reqa şer hebû, li Kobanê hatiye kişandin.

Film behsa çîroka 60 ciwanên li bajarê diyarbekirê (Sûrê) di sala 2015’an de dixwest dorpêçê bişikînin, dike. Têgotin di şerê 100 rojî de gelek kes bûne qurbanî, hema bêje Sûr hatiye tinekirin, tenê çend kes karîne jê rizgar bibin û ew jî di filmê de rol lîstine.

Kêliya ku behsa çawaniya şehîdbûna birayê Zîlanê tê kirin, kêliya ku hemû şervan bihevre dikin û xatir xwestinê çend kêliyên bi bandor, ên di hişê mirovan de dimînine. Filmeke gelek baş û yekpare hatiye destgirtine.

Mijareke din a balkêş jî ewe ku film di heman demê de filmekî şere. Film pir baş hatiye dayîn, xirbeyên heyî ji bo taybetmendiya aksiyonî ya film derfeteke baş die û ji aliyê Çelîk ve jî baş hatiye birêvebirin. Armanca Çelîk ew bûye ku di film de agahdarî bike, ji dîmenên nepixandî dûr bisekine, hesasiyeteke dokumenterî nîşan bide û objektîf be.”

Film niha li Îspanya û Katalonyayê tê nîşandan, wê bi baharê re jî hewl bê dayîn li Amerîkayê, Başûrê Amerîkayê, welatên Ewropa û Rojhilata Navîn were nîşandan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv