FÎGEN YUKSEKDAG Û SEBAHAT TÛNCEL
JI ZÎNDANÊ PEYAM ŞANDIN Û ROJA JINAN PÎROZ KIRIN
Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li ser navê girtiyên jin peyama 8’ê Adarê şandin.
Peyama her du siyasetvanên jin di mitînga 8’ê Adarê de ya li Wanê hatin xwendin.
Fîgen Yuksekdag silav li tevahiya jinên berxwedêr kir û wiha got:
Jinên dildar û hêja, em we hemûyan bi coş û berxwedana 8’ê Adarê silav dikin.
Li dijî êriş, şer, zilm û zordestiyê hemûyî li kolan û qadan em dîsa serî hil didin.
Em hebûn, em hene û em ê hebin.
Bi hemû hebûn û kelecana xwe li gel we ne.
Sebahat Tuncel jî bal kişand ser zext û tundiya li jinan tê kirin û wiha got.
Jin bendên ku li pêşiya wan hatine danîn yek bi yek hildiweşînin û ber bi azadiyê ve dimeşin.
Heta em zihniyeta baviksalarî tek bibin, yek deqqê jî ranawestin.
Ez tevahiya jinên ku li qadan stranên azadiyê dibêjin silav dikim û roja 8’ê Adarê li wan pîroz dikim.
8’Ê ADARÊ BERXWEDAN E
BERDEVKA TJA’YÊ AYŞE GOKKAN JI MITÎNGA AMEDÊ RE PEYAM ŞAND
Berdevka Tevgera Jinên Azad TJA’ê Ayşe Gokkan ji zindana Amedê ji bo mitînga 8’ê Adarê ya li Amed peyamek şand.
Beşek ji peyama Ayşe Gokkan wiha ye:
Li hemû jinên her deverê cîhanê li ber xwe didin re silavan dişînim.
Em li hundir û li derve deng didin hev.
Heta em hesabê jinên bi xiyanetê li Hesekê, Silopya, Kobanê, Parîs û Şengalê hatin qetilkirin bipirsin, em ê têbikoşin.
Dîsa tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn li eniya hemû netew dewletan lekeyeke reş e.
Heta zîndan hemû vala bibin û jin azad bibin em ê dest ji têkoşîna xwe ne berdin.
8’ê Adarê serhildan e.
Bijî têkoşîna jinan, bijî yêkitiya jinan, bijî berxwedana jinan a li zindanê, bijî jin jiyan azadî.