Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fîgen Yuksekdag: ‘Sûîqastên siyasî û girtiyên nexweş’

 

SÛÎQASTÊN SIYASÎ Û GIRTIYÊN NEXWEŞ
FÎGEN YUKSEKDAG / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Car caran li qada muxalefetê li ser cinayetên siyasî guman derdikevin holê. Lê xuyaye ku ev îddaa ne ji xwe re ne, lê kêm in. Koalîsyona AKP-MHP her ku dixitime berê xwe dide hin deveran. Sûîqastên siyasî jî yek ji wan e. Jixwe li Tirkiyê cinayetên siyasî ne rojeveke nû ye. Rojeva nû aliyên di hedefa wan de ne. Mesela Kurd, şoreşger, hêzên demokrat û sosyalîst ti carî ji hedefa wan derneketin. Ev êriş hin caran veguherîn qirkirinên siyasî. Yekser siyasetmedar, tevgera jinê, hilbijartiyên gel, rojnamevan bûn hedef.

Herî dawî qatilek faşîst ket avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û xwest ku komkujiyekê pêk bîne û di encamê de hevala me Denîz Poyraz qetil kir. Bi salane ku avahiyên partiyên me tên şewitandin û bombekirin.

Di dema desthilatdariya AKP’ê de girtin bûye stratejiyek bingehîn. Ji aliyê hejmara girtiyan em ji dema darbeya 12’ê Îlonê xerabtir in. Tirkiye veguherandine baregeheke girtîgehan. Cihê ku herî zêde cinayetên siyasî lê hene jî girtîgeh in.

Rejîma Erdogan bi awayekî fermî rejîma cinayet û sûîqastan ava kir. Failên înfazan diyar in û vê yekê venaşêrin. Biryara mirin û êşkenceyê desthilatdarî dide û vê yekê jî bi rêveberiyên girtîgehan û dadgehan dikin. Girtiyên nexweş ên li ber mirinê bernadin û saziya tiba edlî wekî tetîkkeşê desthilatdariyê tevdigere. Girtiyên ku nikarin rojekê jî di girtîgehê de bimînin dikin hedef û bi eziyetê terkî mirinê dikin. Mînak Aysel Tûglûk e. Li dijî wê sûîqastek taybet a siyasî heye. Aysel Tûglûk hevserokatiya KCD û DBP’ê kir û ji ber vê 10 sal ceza lê birrîn. Li girtîgehê jî êrişên şerê taybet çêbûn. Nexweşiya wê bi êrişa li dijî cenazeyê dayika wê dest pê kir. Zilmeke hiqûqî û siyasî jî li ser zêde bû.

Di rewşa heyî de nexweşxaneya Kocaelî piştî bi mehan raporek da û Alzaimher tespît kir. Di heman demê de nexweşiya hestî û çend nexweşiyên din jî hene. Qonaxeke din zilmeke sîstematîk û kuştineke bi zanebûn. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê li şûna rapora nexweşxaneyê, fermana siyasî ya desthilatdariyê esas digre. Her wiha dermankirina Aysel Tûglûk veguherandine êşkenceyeke derûnî. Mesela ew bi xwe demeke nikare pênûsê bi kar bîne, lê tevî vê yekê jî ew neçarî nivîsandinê kirine.

Divê hevalek li cem wê hebe û pêdiviyên wê dabîn bike, lê destûra vê yekê nadin. Ev yek ne sûîqasteke siyasî be, ma çi ye gelo ?
Bi hezaran siyasetmedar di heman rewşê de bi sûîqastên siyasî û cinayetan re rû bi rû ne. Ez di vê rewşê de banga hestiyariyê nakim. Îro HDP’yî û Kurd an jî hêzên azadî û demokrasiyê di vê zilmê de ne. Wê sibê hinekê din jî têkevin vê belayê, ji bo yên karibin dengê xwe bilind bikin hebin, divê hinek niha dengê xwe derxînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv