DOZA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ KOBANÊ
FÎGEN YUKSEKDAG: HÛNÊ DI BIN DÎROKA KOBANÊ DE BIMÎNIN
Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji zîndana Kandira ya lê girtî ye, têkildarî îdîanameya doza qirkirina siyasî ya bi navê Kobanê peyamek ragihand.
Fîgen Yuksekdag wiha bersiv da rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê.
Îdîanameya Kobanê hatiye amadekirin…
Hûn çi bêjin, çi bikin jî Kobanê di meşa mirovahiya mezin de dîrokek e.
Hûnê di bin wê dîrokê de bimînin.
Em li kuderê bin, li zîndanê an jî li derve, wê hinaseya mafdariya me li ser stûyê sûcdaran be.