Li Wargeha Penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê fermandar Delal Amed bi merasimekê hat bi bîranîn.
Gelek kes beşdarî merasimê bûn û soza şopandina rêya şehîdan dan.
FERMANDAR DELAL AMED :
LI WARGEHA MEXMÛRÊ BI MERASÎMEKÊ HAT BIBÎRANÎN.
Merasîma bîranînê li saziya malbatên şehîdan bi tevlîbûna gelek kesan pêk hat..
Piştî rêzgirtinê ser têkoşeriya fermandar Delal Amed axavtin hatin kirin.
Beşdaran diyar kirin ku berdêl çiqas giran bin jî wê bi berxwedanê serkeftina gelê Kurd misoger bibe..
Piştî axavtinan sînevîzyona ku li ser jiyan û tekoşîna şehîd Delal Amed hatibû amadekirin hat nîşandan.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di Mijdara 2017’an de li Bestayê:
Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de bi 12 hevreyên xwe re şehîd bûbû.