Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha NPG’ê şehîdên meha Gulanê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ BI DAXUYANIYEKÊ BI BÎR ANÎN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi rasthatina 18’ê Gulanê Roja Şehîdan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehîd weke rûmeta PKK’ê hatin binavkirin:

Partiya me PKK di têkoşîna xwe ya nêzî 50 salî de nirxên herî pîroz ên gelê Kurdistanê afirandin.

PKK bi vî rengî bû Partiya Şehîdan û têkoşîna bi fermandariya şehîdan ji xwe re kir wezîfe.

Roja şehadeta hevrê Hakî Karer, 18’ê Gulanê bû roja şehadeta Xelîl Çavgûn û Çaran.

Her roja meha Gulanê bi destanên lehengiyê bûn rojên dîrokî.

Di daxuyaniya biryargeha navendî de Hakî Karer, Şehîdên Meha Gulanê û tevahiya şehîdên şoreşa Kurdistanê hatin bibîranîn.

Hat destnîşankirin, ku îro jî ji Amedê heta Mêrdînê, ji Metîna heta Avaşînê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd şahidiyê ji destanên lehengiyê re dike.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“BI DILSOZIYA ŞEHÎDAN RE, EM Ê TÊKOŞÎNÊ BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIN”

Bi taybetî li qada Mamreşo ya Avaşînê hevrêyên me yên bi fermandariya Serhat Giravî berxwedaneke dîrokî kirin.

Ew bûn xelekeke herî watedar a di têkoşîna me de li quntarên çiyayên Zagrosan.

Weke paşiyên şehîdan ên ev 44 sal in li ser xeta şehîdan dimeşin, di sala 45’an de jî em ê bênavber têkoşîna xwe bidomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ev soz dan:

Weke Hêzên Parastina Gel, em ê tevgera tolhildana şehîdan bi ser bixin.

Her roj em ê bi gavên jixwe bawer vê têkoşînê bi dilsoziya bîranîna şehîdan re mezin bikin û bi serketinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv