Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel gerîla pîroz kir

 

ÇALAKIYÊN SERKETÎ YÊN GERÎLA
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL GERÎLA PÎROZ KIR

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî çalakiyên dawî yên hêzên gerîla daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Pêngava Dem Dema Azadiyê ya KCK’ê ragihandî, serketinên girîng di salekê de bi dest xistine.

Û wiha hat gotin:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî erka pêşengiyê ya dikeve ser milên wan bi lehengî bi cih anîne.

Di daxuyaniyê de çalakiya 6’ê Îlonê ya li navçeya Şirnexê Basa û çalakiya 7’ê Îlonê ya li navçeya Sêrtê Dihê hat bibîrxistin.

Fermandariyê bi bîr xist, ku her du çalakî jî li herêma Gabarê pêk hatine û wiha got:

Di encama van çalakiyên bi taktîkên encamgir de 8 endamên mêtîngeriyê hatin tasfiyekirin.

Ji ber ku tola yek ji fermandarên herêma Gabarê Diljîn Marya Dersim jî bi van çalakiyan hat hilanînin, bêhtir dibin xwedî wate û girîng.

Fermandariyê çalakiya 11’ê Îlonê ya li dijî dagirkerên li Werxala Avşînê çeka kîmyewî bi kar dianîn jî bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev çalakiya şervanên YJA-Starê ji gel aliyan ve xwedî wate, bi nirx û hêjayî pîrozkirinê ye.

Fermandariya her wiha sekna berxwedêrên Werxelê ya 12’ê Îlonê teqemeniyên dagirkeran avêtin nava tunelên şer bêbandor kirin jî bi bîr xist.

Û wiha got:

Berxwedêrên Werxelê bi vê yekê serketineke din jî bi dest xistin û armanca dijmin di gewriya wê de hiştin.

Ev çalakiyeke afrînere û divê ji her alî ve bê pîrozkirin.

Fermandariyê herî dawî jî îşaret bi çalakiya 12’ê Îlonê ya li Girê Koordîne yê Metîna kir, ku tê de 5 dagirker hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev çalakî jî serketî û afrîner hat nirxandin û wiha hat gotin:

Em tevahiya şervan û fermandarên di van çalakiyan de bi rola xwe rabûn û ked da, pîroz dikin û hêviya serketinên nû ji wan dikin.

Em tevahiya hevalên bi Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê, Bazên Zagrosê û Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê radibin ji ber serketî ne, wan silav dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv