Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandara YPJ’ê Amara Şervan: ‘Şerê me ne tenê fîzîkî bû, şerekî zihniyetê bû’

 

FERMANDARA YPJ’Ê AMARA ŞERVAN:
ŞERÊ ME NE TENÊ ŞERÊ FIZÎKÎ BÛ ŞEREKÎ ZÎHNIYETÊ BÛ

Ji Fermandarên YPJ’ê Amara Şervan salvegera rizgarkirina Minbicê ji ANF’ê re nirxand û got:

Yek ji pêngavên me yên leşkerî jî pêngava Minbicê bû. Minbic xwedî taybetmendiyên stratejîk bû.

Bajarekî welê bû ku hem Kurd hem Ereb hem jî xelkên cuda lê hebûn.

Xelkê Minbicê xwedî fikir û çandeke demokratîk e.

Rêxistinên DAÎŞ û Nûsrayê bi bikaranîna nasnameya Îslamê xwestin ku îradeya gel tune bikin û li ser wan serwer bin.

Li Minbicê hin taktîkên me û rêbaza me ya leşkerî encam da.

Nêzîkatiya me ya bingehîn şerê li gorî exlaqê şer bû.

Şerê me jî ne tenê şerekî fîzîkî bû, şerekî zîhniyetê bû.

Taktîkên bingehîn ên dijmin danîna mayin û kemînan, sûîqest, dorpêçkirin û bi vî rengî şikandina îradeyê bû.

Wan sîstemek li ser tirsê ava kiribûn. Dema ku gel bihîst me dest bi operasyonê kiriye, gelekî şa bûbû.

Me xwe li gorî şert û mercên giran plan kiribûn. Şehîdên me yên mezin çêbûn. Her şehadet bû sedem ku tevlîbûneke hîn xurt û bi îrade bê kirin.

Di vî şerî de ku sê mehan dewam kir, berxwedaneke wiha hebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv