Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Arzî Hesen: Êdî dem hatiye Kurd artêşeke hevpar ava bikin

 

FERMANDARA GIŞTÎ YA YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
EDÎ DEM HATIYE KURD ARTÊŞEKE HEVPAR AVA BIKIN

Fermandara giştî ya YPJ’ê Arzî Hisên ji Medya Haberê re axivî.

Fermandara YPJ’ê bal kişand ser astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî ya Kurd û rêyên wê yên çareseriyê.

Arzî Hesen, diyar kir; gelê Kurd ji bo jiyaneke bir ûmet berdêlên mezin daye, lê ji ber ferasetên ku nayên yekîtiyê, deskeftiyên netewî nayên parastin.

Hinek alî dikarin hebûna xwe, siyaset û armanca xwe, bixin pêşiya armanca giştî ya gelê Kurd!

Ev yek timî valatiyek di pêkhatina yekîtiya netewî ya gelê Kurd de çêdike.

Ji ber vê divê em dest ji hemû berjewendiyên malbatî, êlî û hizbî berdin.

Ji bo vê jî divê herkes hewl bide astengiyên li pêşiya yekîtiya gelê Kurd rake û bi hevre tifaqê bike.”

FERMANDARA GIŞTÎ YA YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
HEVKARIYA PDK TENÊ XIZMETÊ JI DIJMINÊN GELÊ KURD RE DIKE

Arzî Hesen da zanîn helwesta partiyên Kurd dibe sedem ku yekîtî pêk neyê;

Şerê Kurd bi Kurd, ku Kurd weke “Birakûjî” bi nav dikin, bûye sedem ku em bi salan êşa wê bikişînin.

Ti destkeftiyeke vê rewşê ji bo Kurdan çênebûye.

Tenê zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dane û hevdû kuştine.

Lê ev yek xizmetê ji dijminên gelê Kurd re kiriye.”

Li ser hewldanên dewleta Tirk ên dixwaze PDK’ê li dijî PKK’ê bide şerkirin jî Arzî Hesen wiha got;

Êdî dema wê ye ku Kurd siyast, dîplomasî û artêşeke hevpar ava bikin.

Em dikarin bi vî awayî xeyalên hemû gelê Kurd û şehîdan pêk bînin.

FERMANDARA GIŞTÎ YA YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
JI BO XEYALÊN GELÊ KURD PÊK WERIN,ERKA DIKEVE SER MILÊ ME EME BICIH BÎNIN

Arzî Hesen di berdewama axaftina xwe de li ser erkên dikeve ser hêzên parastina jin jî nirxandin:

Em amadene di vê mijarê de çi ji me bê xwestin pêk bînin.

Ji bo xeyalên gelê me pêk werin, erka dikeve ser milê me em ê bicih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv