Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandar Sûrûc: ‘Daxwaza komplogeran di qirika wan de ma’

 

Yek ji Fermandarê HPG’ê Hawar Sûrûc diyar kir ku ew komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi tundî lanet dikin û got “Heta ku Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe wê ev têkoşîn bidome. Em li ser vî esasî şer dikin û em ê wisa şer bikin.”

Fermandarê HPG’ê Hawar Sûrûc diyar kir ku 23 sal ji ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûye û got “ Em dikevin sala 24’emîn a komployê û divê di vê 23 salan de mirov her roj xwe ji ber çavan derbas bike. Her roja ku Rêber Apo di warê fîzîkî de nehatiye azadkirin, ji bo me mijara xwerexneyê ye. Em careke din vê roja reş şermezar dikin û hemû şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bi bîr tînin. Hemû hêzên ku rola wan di vê komploya navneteweyî heye û ev komplo kirine jî em wan lanet dikin.

BI KOMPLOYÊ RE XWESTIN GELÊ KURD TUNE BIKIN

Em wekî hêzeke leşkerî û gerîla wê lanetkirin têr neke. Bi pratîka xwe ya leşkerî û têkoşînê em dikarin hêzên komploger nalet bikin û ji Rêber Apo re bibin bersiv û em wisa dikarin Rêber Apo ji nav dîwaran rizgar bikin. Em dibêjin di warê fizîkî ji ber ku Rêber Apo li ku be jî di warê mejî de azad e. Lê rastiyek heye ku di warê fîzîkî de di bin esaretê de ye. Vê komploya li ser Rêber Apo ne ya yekemîn e û ne ya dawiyê ye jî. Lê ev jî heye komploya li ser Rêber Apo di dîrokê de tu mînaka wê tune. Berê jî li ser rêber û pêşengên Kurdan bi rêya îxanetê komplo hate kirin. Lê komploya li ser Rêber Apo ji yên berê berfirehtir e. Armanca komployê ev bû ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd were tunekirin. Komplo ji aliyê hêzên emperyalîst hate kirin dewleta Tirk bi tenê gardiyantiyê dike. Emerîka, Îngîltere, Îsraîl û hinek dewletên Ewropî di vê komployê de cih girtin.

DAXWAZA KOMPLOGERAN DI QIRIKA WAN DE MA

Dema ku Rêber Apo hate girtin gotin qey wê tevgera Kurd biqede lê Rêber Apo bi hezaran rêber ava kiribû. Rast e bêguman kes nikare şûna Rêber Apo dagire, lê Rêber Apo bi salan ked da û kadroyên ku karibin vê têkoşînê bi rê ve bibin û bimeşînin ava kiribû. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku daxwaza komplogeran di qirika wan de ma. Rêber Apo kete bin esaretê lê daxwaza komplogeran jî pêk nehat. Wezîreke Karê Derve ya Emerîkayê bi xwe jî diyar dikir û digot, me texmîn nedikir li hemberî girtina Rêber Apo helwesteke evqasî xurt derkeve pêş. Ji ber ku rastiya Rêber Apo nas nekiribûn, rastiya gelê Kurd nas nekiribûn. Nizanibin ku Rêber Apo bi salan civaka Kurdistanê rêxistin kiriye. Dema ku hevalan li dora Rêber Apo xwe kirin xeleqên ji agir, dijmin şok bû. Dagirkerî şok bû. Ji ber vê jî îtîraf kirin.

HÊZÊN DAGIRKER XWESTIN GELÊ KURD Û TIRK BERA BER HEV BIDIN

Ecevît bi xwe jî wê demê digot, me fêm nekir çima Rêber Apo teslîmî me kirine, ji ber ku barekî giran bû, nikaribûn ji binî derketina, Tirkiye ji vê re ne amade bû. Ji ber vê komploya hatiye kirin ne bi tenê li dijî gelê Kurd e, ev komplo li hemberî gelên Tirkiyeyê jî bû. Polîtîkaya hêzên emperyalîst ev bû ku bi girtina Rêber Apo re gelê Kurd û gelê Tirk li hemberî hev şer bikin. Heke Rêber Apo negota bisekine, wê bi hezaran kesan xwe feda bikirina, wê xwe bikirina bombeyeke zindî û di nav dewleta Tirk de biteqandina.  Kadro jî û gel jî ji vê re amade bû. Heta ku Rêber Apo negot bisekine, qet nesekinî. Hêzên dagirker ji ber vê xwestin gelê Kurd û Tirk li hemberî hev sor bikin. Polîtîkaya emperyalîstan a salan di rastiyê de derket holê. Armanca wan ev e hêzan bera ber hev bide û li ser wan polîtîkayê bimeşîne û desthilatdariya xwe bide ferzkirin. Ev polîtîkaya desthilatdariyê gelekî kevn e lê ji ber ku Rêber Apo bi vî tiştî dizanibû, pêşiya vê girt. Di destpêkê de wisa komplo pûç kir. Nehişt ku di navbera gelan de şer derkeve. Me bi hestiyarî digot, em ê xwe bikin bombe û di dewletê de biteqînin lê tarza tolhildanê ya Rêber Apo ne wekî ya me hestiyar e û ne biçûk e. Serokatî bi mejiyekî sakîn û bi lênihêrtineke kûr, xwest pêşiya siyaseta demokratîk veke û jixwe piştre agirbest hate îlankirin. Ev ji bo pûçkirina komployê bû. Berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ asta xwedîlêderketina Serokatî da nîşandan. Di wan deman de bi hezaran pêşniyazên çalakiyên canbexşane hatin kirin. Ji ber ku Serokatî da sekinandin, ev tişt sekinî yan na hemû gerîlayên HPG’ê amade bûn canê xwe ji bo Rêbertiya xwe feda bikin. Di wê demê de amadekariyên mezin jî hebûn lê ji ber ku Rêber Apo bi demdirêjî hesaban dike, kûrahiya dîrokê dizane û rastiya dagirkeriya Tirk dizane û ya herî esasî dizane wê çawa tolê ji neyaran bistîne.”

KOMPLO HÊ JÎ DIDOME

Fermandarê HPG’ê Hawar Sûrûc diyar kir 23 sal ji ser komployê derbas bûye lê komplo didome û got “Armanca komployê hate pûçkirin lê divê ev rastî jî were dîtin, komplo bi giştî neqediyaye. Berxwedana li Werxelê, Girê Sor û Zendûra û ya li qadên din hemû ji bo pûçkirina komployê ne û ev têkoşîn bênavber didome.

Carinan em dibêjin Rêber Apo û gel lê ev jî heye Rêber Apo gelê Kurd e. Ev komploya tê meşandin jî li hemberî rastiya Kurdistanê ye. Ji ber vê gel xwedî lê derdikeve, em kadro jî wisa dinirxînin. Kadro û şervanên HPG û PKK’ê bi vî ruhî di sala 2021’an de bi mehan li ber xwe dan. Rêber Apo ev ruh di nav gerîlayên HPG’ê de daye avakirin, ew ruh hîn jî didome. Bi berxwedana gerîlayên serdemê ev êriş û dagirkerî hate pûçkirin lê ew gefa li ser rastiya gelê Kurd û Rêber Apo didome. Ev tişt bi hev girêdayî ne. Di serî de xwestin Rêber Apo ji rêxistinê tecrîd bikin, xwestin têkiliyên Rêber Apo û gerîla qut bikin. Fikra wan ev bû ku heke têkiliya Rêber Apo ya bi gerîla re qut bibe, gerîla bêyî koordîne dimîne û gerîla bêyî fikr û bawerî dimîne û wê demê ew ê karibin gerîla têk bibin. Lê ev tişt ne wisa ye. Rêber Apo têxin nav deh dîwaran jî Rêber Apo di nav dil û mejiyê me de ye. Rêber Apo ji me fikrek e ne kes e. Ne bi mehan em dikarin bi vî awayî bi salan jî li ber xwe bidin. Dewleta Tirk û raya giştî divê baş bi vî tiştî bizanibin. Bi saya Rêber Apo em bi vî ruhî li ber xwe didin, ev hêz di nav hemû gerîlayên azadiyê de heye.

EM DI HER WARÎ DE JI ÊRÎŞAN RE AMADE NE

Em dizanin di sala 2022’an de jî ew ê dewleta Tirk bi tank, top, balefir û çekên kîmyewî were jî, wê nikaribe me ji hedef û armanca me û ji girêdayîna me ya bi Rêber Apo dûr bixînin. Kîngê li ku çi dibe bila bibe, em ji vê re amade ne. Dema ku me soz da Rêber Apo, jixwe me bi vî tiştî dizanibû. Her milîtanên ku gava xwe diavêje nav refan bi vî tiştî dizane. Em ji vî tiştî re amade ne. Heke kesek di warê bîrdozî, felsefî, fikr û leşkerî de amade be, tu hêz nikare wê têk bibe.

Di şexsê dewleta Tirk de em li hemberî desthilatdariyê şer dikin. Em li hemberî feraseta talanker a ku dixwaze dinyayê têxe nav destê xwe, em şer dikin. Ji ber vê hemû gelên bindest li dora felsefeya Rêber Apo xwe dibin xeleq û xwe ava dikin û wisa piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê. Di qada navneteweyî de pêşeng û zanyar bi daxuyaniyên xwe xwedî li Rêber Apo derdikevin.

HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME

Heta ku Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe wê ev têkoşîn bidome. Em li ser vî esasî şer dikin û em ê wisa şer bikin. Heke ne ji ber baweriyê bûya wê dewleta Tirk gelek derên Kurdistanê dagir bikira. Em naxwazin têkeve saleke bêyî Serok Apo. Em li ser wê biryarê ne ku sala 24’emîn a komployê em ê bi azadiya Serokatî bi dawî bikin. Heta dawiyê bîr û baweriya me heye. Di warê leşkerî de jî em ji vê re amade ne, di warê bîrdozî de jî em amade ne û gel jî ji vê re amade ye. Gelên bindest jî xwediyê hêviyeke wisa ne. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ev berxwedan wê gav bi gav xurttir bidome. Em hêzên gerîla jî her sal û her şerê ku em dikin, ji me re dibe tecrube û bingeheke taktîk ji me re dide avakirin. Em ê bi gerîlayên sedsala 21’emîn ên xweseriya demokratîk em ê taktîk û tarzên nû, em ê vê pêvajoyê pêşwazî bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê nesekinin.Gelê me jî heye, milîtanê me jî heye, Rêberê me jî heye û fikrê Rêberê me jî heye, ev ji bo serkeftinê bes e. “

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv