Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandar Semsûr: ‘Emê 365 rojan Newrozê pîroz bikin’

 

Ji fermandarên HPG’ê Bêzar Semsûr anî ziman ku Newroz ne tenê pîrozbahiyeke bi agirê şahiyê ye û got, “Newroz ji aliyê felsefî, îdeolojîk û civakî ve banga li me ye. Newroz ji bo me jinûve vejîn e. Gelê me divê biherike qadên Newrozê.”

Semsûr Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke gelekî cuda ye.

Semsûr bal kişand ser şehîdên Newrozê û got, “Ji bo vegotina şehîdan gotin têrê nake. Divê gelê me û ciwan zanibin ku Newroz tenê bi agirê şahiyê nayê pîrozkirin. Newroz ji bo me bangeke felsefî, îdeolojîk û civakî ye. Newroz ji bo me jinûve vejîn e. Tevlîbûna gelê me ya li Newrozê divê mîna nerazîbûnek li dijî dagirkeran be. Divê gelê me qadên Newrozê dagirin. Divê em Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Muslum Dogan, Evrîm Demîr ji bîr nekin. Zor û zehmetî çi dibe bila bibe tevlîbûna li Newrozê divê xurt be.”

EM Ê NEWROZÊ LI ÇIYAYÊN AZAD PÎROZ BIKIN

Fermandarê HPG’ê Bêzar Semsûr bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî zilma dewleta Tirk a dagirker berê xwe bidin çiyayên azad û wiha axivî, “Em ê Newrozê li çiyayên azad pîroz bikin. Ya ku me bi pêş dixîne çiya û fikrên Rêber Apo ye. Divê em her Newrozê weke jinûve avabûnê binirxînin. Lewma jî di serî de ciwan divê gelê me bi ruhê Newrozê têkoşînê bilindtir bikin. Ne tenê roja Newrozê divê em 365 rojan fikrên Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Lewma jî qadên Newrozê divê bi ruhê tolhildanê bê dagirtin.”

TÊKOŞÎNA ME WÊ PÊL BI PÊL BELAV BIBE

Fermandarê HPG’ê Bêzar Semsûr Newroz li girtiyên li zindanan pîroz kir û ev peyam da, “Dûrbûna fîzîkî girîng nîne, Rêbertî kir ku em vê fêhm bikin. Me mirin bi xwe bêwate kir. Şehîdên me di dilê me de ne. Em xwedî li wan dedikevin. Têkoşîna me bi ruhê wan ê têkoşînê tê meşandin. Em ê bi vî ruhî welatê xwe ji dagirkeran paqij bikin. Em ê Newrozê welê bi xurtî pêşwazî bikin ku dagirker wê neçar bimînin biçin ber lingê Rêbertî. Têkoşîna me wê pêl bi pêl belav bibe. Em ê jî li ser bingeha tolhildanê ruhê têkoşînê mezintir bikin. 365 rojan em ê Newrozê pîroz bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv