Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandar Hêzil Ozgur

 

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi rêya bêtêlê ji gerîlayên HPG-YJA Starê re axivî.
Fermandar Hêzîl Ozgur, 44 saliya PKK’ê pîroz kir, bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dijmin.

ENDAMA FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR’Ê
HÊZIL OZGUR BI RÊYA BÊTÊLÊ JI GERÎLAYÊN HPG-YJA STAR’Ê RE AXIVÎ

Endama Fermandariya biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi rêya bêtêlê ji gerîlayên HPG-YJA Starê re axivî, nirxandinên girîng kir.

Hêzil Ozgur pêşî salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê û sala 44’an saliya têkoşînê nirxand.

Gelê Kurd bi saya PKK’ê xwe nas kir.

PKK jî bi keda Rêber Apo û keda Şehîdan hat avakirin.

PKK’ê bi hebûna xwe gelê Kurd fêrî azadiyê kir, fêrî tolgirtinê kir.

Gelê Kurd bi hebûn û têkoşîna PKK hîn bû ku li hember siyaset û polîtîkayên serî tewandinê, serî netewîne û bi xwe çawa têkoşîn bike.

FERMANDAR HÊZIL OZGUR:
BI TECRÎDÊ DIXWAZIN ÎRADEYA KURDÊN AZAD BIŞKÎNIN.

Fermandar Hêzîl Ozgur wiha behsa armanca tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin kir.

Rewşa Rêber Apo di greva Îmralî de çiye, rewşa tenduristiya Rêber Apo çawa em jê ne agahdarin.

Heta zanebûna azadiyê hebe wê gelê Kurd, gerîla û PKK hebûna xwe berdewam bike û bin nakeve.

Niha dewleta Tirk li Avaşînê, Zap û Metînayê binketiye, nikarin têkevin tunêlên şer.

Heke gazên kîmyewî bikar neanîbana dijmin nedikarîn hinek cihan bigirin.

Tevî li tuneyên yên şer ên li Mamreşo amedekarî kêmbûn, dijmin nekarî bikeve Mamreşo.

Li vir hevalên me ji ber gazên kîmweyî şehîd bûn.

FERMANDAR HÊZIL OZGUR:
DIXWAZIN DELÎLÊN BIKARANÎNA GAZÊN KÎMYEWÎ JI HOLÊ RAKIN

Fermandar Hezil Ozgur diyar kir, dewleta Tirk ji bo sucên xwe yên şer veşêre dixwaze delîlên bikarîna gazên kîmweyî ji holê rake.

Bikaranîna gazên kîmyewî ketiye rojeva çapemeniya cîhanê û gel her roj li qadan e.

Dewleta Tirk dixwaze delîlên bikaranîna gazên kîmyewî ji holê rakin.

Artêşa faşîst a dagirker û qirker hesabê berxwedaniyeke dîrokî nekiribû.

Paşvekişandina ji qadên Werxelê, Tabûra Ereba, xeta Basya û Stûnê nîşaneya binketina dijmin e.

Berxwedana gerîlayan bi taybet ya YJA Starê pêşiya dek û dolabên dijmin girt.

FERMANDAR HÊZIL OZGUR:
PÊVAJO SEKNEKE JI RÊZÊ QEBÛL NAKE!

Endama Fermandariya biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ber berxwedana ji 23’ê Nîsanê ve jî vê nirxandinê dike.

Di xeta PKK û PAJK’ê de teslîmiyet nîne.

Lazime herkes bi rol û misyona xwe rabe.

Divê her Kurdek vê pirsê ji xwe bike, li hember vî dijminê xwînxwar ezê çawa têkoşîna xwe mezin bikim.

Gel û gerîla çiqasî yek be wê serketin ewqasî ya gelê Kurd be.

Divê li hemberî polîtakayên taybet ên dijmin em têkoşîna xwe bilind bikin.

Emê bi nasnameya xwe ya bîrdozî, leşkerî serkeftinê tacîzar bikin.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv