Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandar Amed Malazgîrt: Dagirkeriya dewleta Tirk wê li Zapê bişikê

 

Ji Fermandarên Biryargeha NPG’ê Amed Malazgîrt bal kişand ser şerê 47 rojên dawî yên li dijî dagirkeriyê tê meşandin û got, “Bi pêngavên gerîla yên têne meşandin re wê dagirkeriya Tirkiyeyê li Zapê bişikê.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt bi rêya cîhaza ragihandinê ji gerîlayên li çeperên berxwedanê re axivî.

Di dîmen de ku ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin Amed Malazgîrt şerê 47 rojan ên li Zap, Avaşîn û Metînayê bi berfirehî nirxand, qad bi qad qala performansa gerîla ya li dijî dagirkeriyê kir.

Amed Malazgîrt got, “Di nava 47 rojên operasyonê de şerekî mezin hate meşandin. Dijmin hemû teknîka xwe, hêzên taybet di asta seferberiyê de tevlî vî şerî kir. Hemû derfetên xwe niha xistiye vî şerî. Têrê nekiriye, bermahiyên DAÎŞ’ê, çete û kontra xistiye nava vî şerî, dixwazin bi ser bikevin. Li hemberî vê hevalan bi rastî jî, ji destpêka operasyonê û heta niha bi fedakariyeke mezin, bi ruhekî fedaî yê PKK’ê bersiv dan û ji wê rojê û vir ve her roj şerekî dijwar dimeşe. Di nava şert û mercên zehmet de fedakarî û berxwedana hevalan, çalakiyên ku li hemberî dijmin dike, em hemû hevalan silav dikin û serketinên mezintir dixwazin.”

Fermandar Amed Malazgîrt destnîşan kir ku dijmin li bin ketiye, ji bo vê binketina xwe binixumîne wê şer berfirehtir bike û got, “Şerê tê meşandin, ne şerekî ji rêzê ye. Meseleya hebûn û nebûnê ye. Meseleya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

Fermandar Amed Malazgîrt işaret bi pêngavên şoreşgerî yên gerîla kir û got, “Bi van pêngavan re wê dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li Zapê bişikê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv