“DEWLETA TIRK MAFYA YE”
FERDA ÇETÎN: KURD Û DEMOKRAT VÊ DEWLETÊ BAŞ NAS DIKIN
Piştî îtîrafên ji serkêşên mafyaya tirk Sedat Peker qirêjiya dewleta tirk û mafyabûna wê careke din derketin holê.
Vê qirêjiyê wisa sîrayetê nav hemû şanikên dewletê kiriye ku ji her dera wê ve tê xwarê.
Her çend di navenda îtîrafan de wezîrê şerê qirêj Suleyman Soylu xuya dike jî lê esil qirêjbûn a dewletê ye.
Şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan ku heta 26’ê gulanê li ser barê mijarê neaxivî, di komcivîna AKP’ê îdia kir ku wê îdia hemû werin lêkolînkirin.
Lê hikûmeta heman Erdogan pêşniyaza HDP’ê ya ji bo lêkolîna li meclisê bi dengên AKP û MHP’ê da redkirin.
Xwedîderketina li Soylu û ev helwest bi serê xwe jî nîşan dan ku ev kar bi Soylu ne sînorkirî ye.
Ferda Çetîn jî di nivîsa xwe ya vê heftiyê de li ser mafyabûna dewleta tirk nivîsand,
Ferda Çetîn dibêje; gelê Kurd, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan, sosyalîst û demokrat ji berê ve têkiliyên dewlet, mafya û siyasetê dizanin.
Ew dizanin ku pevçûna navbera Suleyman Soylû û Sedat Peker ne yek ji hezarî ye jî.
Ferda Çetîn diyar dike têkiliyên dewleta Tirk ên mafyayê bi Sedat Peker û Alaattîn Çakici dest pê nekiriye û wiha pê de diçe:
Di dema belavbûna Dewleta Osmanî de jî ev hebû. Ev kevneşopî ji wê demê ve dewam dike
Têkiliyên Dewlet, Mafya û Siyasetê li ser pîrozbûna Dewletê meşiyaye.
Armanca wan xelkên ne Tirk û ne Misilman qir bikin. Muxalifan têk bibin.
Li derveyî qanûnan e. Li cem dadgeh û polîsan jî ceza ji wan re tineye.
Bi karê eroîn û kokaînê mijûl dibin. Mirovan dikujin, bazirganiya çekan dikin û dest datînin ser avahî û bênderan.
Rayedarên Dewletê car caran hebûna vê rêxistinê qebûl kirine. Kenan Evren digot Dewleta kûr tineye.
Suleyman Demîrel jî digot Dewleta kûr Dewlet bi xwe ye.
Tansû Çîller jî digot kî ji bo vê Dewletê fîşekekê biteqîne bi şeref e.
Tifaqa Dewlet, Mafya û Siyasetê ji avakirina komarê heta niha Dewleta kûr e.
Îro jî rêveberiya Erdogan, Mehmet Agar, Sedat Peker, Alaatîn Çakici, Kurşat Yilmaz, Dewlet Bahçelî û Suleyman Soylû bi hevre nûnertiya wê dikin.