Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Danezana ki Îsmaîl Beşikçî ji bo PDK’ê nivîsandiye 28.12.2020

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
DANEZANA KU ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ JI BO PDK’Ê NIVÎSANDIYE

Di 17’ê Kanûna 2020’an de bi îmzeya Îsmaîl Beşîkçî di malpereke înternetê de bi sernivîsa “Di Rêveberiya Herêma Kurdistanê de hevkariya PKK û Heşdî Şabî” nivîsek hat weşandin.

Ev nivîs jî di demekê de ku bi hevkariya PDK-Iraq-Dewleta Tirk li dijî gerîlayên Kurdistanê pîlanên tasfiyekirinê hene hat nivîsandin.

PDK’ê di vê demê de beyî parlementoya Başûr, hukûmet û partiyên siyasî li dijî PKK’ê bi Enqere û Bexdayê re peymanek îmze kir. Yanî tifaqek hatiye çêkirin ku ji Başûrê Kurdistanê li şûna Artêşa Tirk, PKK’ê derxînin.

Gelo dibe ku Îsmaîl Beşîkçî ji vê rewşê ne agahdar be ?

Jixwe tişta ku Îsmaîl Beşîkçî nivîsandiye ne nivîs û maqale ye. Danezaneke PDK’ê ye. Dibêje divê PKK serweriya rêveberiya herêma Kurdistanê nas bike û eger nas neke divê herêmê biterikîne. Eger terk jî neke divê were cezakirin.

Heman daxwazê Dewleta Tirk jî dike, ew Dewleta ku Beşîkçî jê diqehere.

AKP, MHP, CHP, Huda Par û PDK jî vê yekê dixwazin.

Ev daxwazeke Dogû Perînçek û Suleyman Soylû ye jî.

Ewqas kesên cihêreng di eşqeke mezin de hatine cem hev û sirra wê jî dijminatiya li PKK’ê ye.

Îsmaîl Beşîkçî jî heman daxwazê dike. Gelo Beşîkçî kê ji welatê kê derdixe û sifeta wî çi ye ? Kî vî mafî dide wî ? Ma axa Kurdistanê milkê wî û bavê wî ye ? Ma Beşîkçî amîre zabitayê Kurdistanê ye ?

Divê bê zanîn ku PKK bi destûra PDK’ê nehatiye axa Başûrê Kurdistanê û çavê wê jî li xerakirina serweriya PDK’ê tineye. Di sala 1982’an de navbera PKK û PDK’ê peymanek li dijî dijminê hevpar hatiye çêkirin. Beşîkçî dikare vê peymanê ji PDK’ê bixwaze û bixwîne.

Rêveberên PKK û KCK’ê beriya niha jî ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re gotine em serweriya we nas dikin û kîjan demê êrişek pêk were ew amade ne vê serweriyê biparêzin. Yanî ew banga Beşîkçî bangek bê mane, lê talûke ye.

Beşîkçî û kesên ev danezan nivîsandine divê bêjin ku kîjan demê û di kîjan nûçeyê de çapemeniya PKK’ê bangek kirine ji bo herêma Kurdistanê were xerakirin. Eger vê nebêjin wê derewîn bin.

Dibêje çapemeniya PKK’ê ji bo serxwebûna Kurdistanê gotiye ne rewa ye. Li ser vê yekê analîz û nivîsek hebe bila nîşanî me bidin. Eger vê yekê nekin ew jî wekî Nerîna Azad, K24 û Rûdawê derewîn in.

Eger samîmî bin bila li dijî wan 40 qereqolên Artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv