Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Bila navê Merkel City li bajarê çeteyan ê Erdogan bikin 21.01.2021

 

PÎLANA QIRÊJ A HIKÛMETA ALMAN
FERDA ÇETÎN: BILA NAVÊ MERKEL CÎTY LI BAJARÊ ÇETEYAN Ê ERDOGAN BIKIN

Hikûmeta serokwezîra Almanyayê Angela Merkel şirîkê sûcên rejîma tirk e.

Di şerê qirêjî yê dewleta tirk ê li dijî kurdan çek û cebilxane ji aliyê Merkelê ve ji bo Erdogan tê tedarîkkirin.

Gelek caran der barê çekên alman heta tank û topên alman e belge hatin eşkerekirin jî.

Lê wisa xuya dike serokwezîr Merkel ne bi tenê şirîkê şer e, ew di heman demê de şirîkê dagirkeriya rejîma Erdogan e.

Serokwezîra Alman Merkel ji bo Erdogan cihê xwe û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî xweş bike destekê didê.

Rojnamevan Ferda Çetîn di nivîsa xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de bal kişand ser van têkiliyên qirêjî.

Ferda Çetîn bal dikşîne ser wê yekê ku rejîma faşîst a tirk li herêma Meşhed Ruhîna Idlibê ku 5 kîlometre nêzî sînorê dewleta tirk e 50 hezar xanî lê dike.

Heta di çapemeniya tirk de jî ev nûçe bi reklamên mezin hat weşandin.

Şefê faşîst Erdogan 50 hevjîna wî Emîne Erdogan jî 57 xaniyan wê jî kîsê xwe bidin lêkirin.

Walî, wezîr û kizîrên rejîmê jî ketine pey reklamê her yek ji wan jî ji bo çeteyan ji bo lêkirina xaniya ketine pêşbaziyê.

Rejîma tirk di van xaniyan de wê çeteyên xwe xwedî bike.

Seroka Alman Merkel jî e carekê bi dehan caran piştgiriya xwe eşkere kiriye.

Di 24’ê îlona 2019’an de Erdogan li New Yorkê ji Merkel re behsa projeyê dike.

Merkel dibêje; em destekê didin projeyê.

Roja ev hevdîtin pêk hat, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişên nû yên dagirkeriyê kir.

Merkel der barê pêşniyara wezîra parastinê ya alman Annegret Kramp-Karrenbauer a der barê herêma ewle de dîsa got; hin pirsgirêk hene lê dîsa jî pêkan e.

Herêma ewleya qesta wê yê kirin herêmên ji aliyê Erdogan ve hatien dagirkirin e.

Di civîna serê Kanûna 2019’an a li Londonê jî Merkel dîsa destekê da Erdogan.

Brîtanya, Almanya, Fransa û Dewleta Tirk der barê Sûriyê de li hev rûniştin.

Erdogan 5’ê kanûna 2019’an ji rojnamegeran re bi kêf digot, di civînê de dewletek piştgiriya me kir.

Ew dewlet Almanya û şansolyeya wê Merkel bûn.

Lîsteya ku Ferda Çetîn rêz kiriye hîn bi gelek civîn û daxuyaniyên Merkel dewam dike.

Di dawiya nivîsa xwe de jî Ferda Çetîn dibêje heke navek li vê bajarê Erdogan lê dike were kirin navê herê baş wê Merkel Cîty be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv