Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Meha Adarê û berxwedan 22.03.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
MEHA ADARÊ Û BERXWEDAN

Ji bo gelê kurd meha adarê, meha şîn û şahiyê ye, meha jenosîd û serkeftinê ye, meha dagirkeriyê û têkoşînê ye, meha Newroz û azadiyê ye, meha enfal û edaletê ye. Bi kurtahî ev meh, qasî ku sembola zilm û zordariyên hatine serê gelê kurd, her ewqas jî berxwedan û têkoşîna azadiya gelê kurd vedibêje. Di vê mehê de gelê kurd dibe xwedî hêza berxwedan û azadiyê. Di destpêka meha adarê de gelê Kurd ji milekî ve bi dehhezaran qurbaniyên di enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tîne ji aliyê din ve jî salvegera raperînên li dijî dîktatoriya rejîma Baasê pîroz dike.

21’ê Adarê li dijî Dehaqên hemdem dengê têkoşîn û berxwedana rihê Mazlûman geş dibe. Di vê rojê de li tevahiya welat gel dadikeve qada û dengê azadiyê diqîre. Gelê kurd bi sedan salan e li ser vê axa pîroz, li gorî kevneşopiyên xwe xwedî li çand û hebûna xwe derdikeve. Hêzên metînger ên dixwazin siberoja gelê kurd tarî bikin, hewl didin di vê rojê de derbeyên mezin lê bidin. Tevî hemû êrişan jî gelê kurd bi rihê Newrozê ve di xwe de hêza jinûveavakirinê dît û li dijî van êrişan derket. Lê hêzên mêtinger li Kurdistanê ji bo vê mêhê bi temamî bikin meha şînê û reş bikin, serî li her cure qirêjiyê didin.

Meha adarê vê yekê li ser me kurda ferz dike. Divê em bizanibin, li ser vê axê ji derveyî berxwedan û têkoşînê rê me nagihînin azadiyê. Ger daxwaz û armanca me li ser vê axa pîroz bi awayekî azad jiyîn be divê em li gorî çanda Arî, li gorî rihê Newrozê tevbigerin. Gelê kurd ji tekoşîn û berxwedana xwe tavîz nade. Lê neyarên gelê kurd jî ji bo di civakê de asta têkoşînê bişkîne, wê serî li her cure qirêjiyê bide. Desthilatdarên li ser postê desthilatdariyê rûniştine, bi van êrişan dixwaze emrê xwe dirêj bike. Êrişên li ser HDP’ê pêş dikevin nîşaneya vê yekê ye

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv