Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Li Şengalê kî çi dixwaze? 15.03.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
LI ŞENGALÊ KÎ ÇI DIXWAZE ?

Di dema derbasbûyî de, serkêşên dewleta tirk îtiraf kirin ku ew zorê li hukûmeta Bexda û PDK’ê dikin ku şertên Peymana 9’ê Cotmehê ya di derheqê Şengalê de pêk bînin. Di peymanê de tê gotin ku divê Asayîşa Êzidxan çekên xwe deyne û dawî li xebatên xwe yên parastina gelê herêmê bîne. Her wiha li gor peymanê divê saziyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî xebatên xwe yên rêxistinkirina gel bi dawî bike û divê saziyên di bin rêvebiriya meclisê de ne, dewrî hukûmeta Bexdayê bên kirin.

Bêguman ev zext û zordariya dewleta tirk, rasterast destwerdana li karê navxweyî yê Iraqê ye. Di qada navneteweyî de ev sûc e.

Peymana 9’ê Cotmehê bi vî awayî hat rojevê. Li gor peymanê PDK wê ji nû ve têkeve Şengalê û mîna berê li herêmê serweriya xwe bidomîne. Ji bo ku dewleta tirk bigihîje xewn û xeyalên xwe yên sînorê Mîsakî Milî dagirkirina Şengalê ji bo wê awantajek mezin e. Ji bo ev plan pêk were û di qada navneteweyî de li dijî bertek û nerazîbûnan neyê jî pêdivî bi hikûmeta Iraqê hat dîtin. Bêguman hikûmeta Bexdayê ya li ser dengên şikestî hatiye avakirin jî ji bo emrê xwe dirêj bike ji neçarî be jî tev li vê planê bûye.

Divê em vê dizanibin ku êdî gelê Şengalê bixwe dikare biryara xwe bide. Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên di 3’yê tebaxa 2014’an de û şûn ve gelê Şengalê rêxistinkirina xwe xurt kir. Ev civaka qedîm a bi dehan salan ji hemû pêdiviyên civakî bêpar hatiye hiştin, êdî bi ked û îradeya xwe ve ji bo pêşerojek azad têdikoşe. Êdî di wê zanebûn û girîngiya rêxistinbûna civakê de ye.

Ez bawer im ku berxwedana îroyîn ya gelê Şengalê endama Rêvebiriya Weqfa Jinên Şengalê Ferîde Şengalî pênase kiriye. Şengalî dibêje: “Iraqê got, em ê we biparêzin, lê wan em bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. PDK’ê got em ê we biparêzin, lê dema DAIŞ hat reviya û em bi hovîtiyê re rû bi rû hiştin. Lê PKK hat, em fêrî xweparastinê û xwerêxistinê kirin.”

Tişta ku dewletên metinger herî zêde jê ditirsin jî ew e: Xweparastin û xwerêxistinkirin. Têgeha bingehîn a êrîşên li ser Şengalê ev e. Li gor hêzên metinger û hevkar mafê civaka êzidî nîne ku xwe birêxistin bike û biparêze. Tirsa wan ev e. Ji bo îradeya ku li ser vî esasî bi pêş dikeve û mezin dibe têk bibin dest dane hev.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv