Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Xeteriya li Şengalê didome 07.12.2020

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
XETEREYA LI ŞENGALÊ DIDOME

Piştî peymana navbera Bexda û Hewlêrê, gengeşiya li ser Şengalê didomin. Piraniya şengaliyan li ser pêyan e û berteka li wê peymana ku bêyî îradeya wan ketiye meriyetê, nîşan didin.

Wekî tê zanîn gelê Şengalê di 1’ê kanûnê de bi girseyî daketin qadan. Piştî vê helwestê hêzên Iraqê gavek bi paşve avêtin. Ango lihevhatinek demkî çêbû.

Lê bi qenaata giştî ev taktîk e. Hikûmeta Iraqê, dixwaze Şengaliyan qanih bike û wan bêrêvebir li gorî rê û rêbazên li peymana heyî hatiye nivîsîn bikişîne nav hêzên hikûmetê. PDK jî piştgirî dide vê helwesta hikûmeta Iraqê. Ango her du alî jî bêyî ku mesele di qada navnetewî û beşên din a Kurdistanê de belav bibe, dixwazin her tişt li gor dilê xwe û bêbeng birêve bibin. Her wiha naxwazin rê li xweseriya Şengalê jî vekin.

Sedemên vê yekê aşkera ne.

Hikûmeta Iraqê lawaz e û peymana heyî bi zexta Amerîkayê bi rê ve dibe. PDK, bi navê hikûmetê tevdigere lê ji gengeşiyên parlamento û aliyên din a hikûmetê jî diyar e ku di vê peymanê de tena serê xwe ye. Ev jî bi me nîşan dide ku her dû aliyên ku dixwazin peymana Şengalê bixin meriyetê, ne bi serê xwe ne û li gorî planên hinekan tevdigerin.

Îro xetere, ji hemû deman zêdetir e.

Çare heye!

Eger kurd hevdîtînên rasterast pêk bînin û têkiliyên navnetewî û navxweyî jî tê de, bikaribin bi hevre ji bo berjewendiya kurdan tevbigerin, ew ê gelek tişt biguherin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv