Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Eger Bakur bixwin wê Başûr daqurtînin

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
EGER BAKUR BIXWIN EWÊ BAŞÛR DAQÛRTÎNIN

Dewleta tirk cara ewil di sala 1983’a de dest bi êrîşên ‘dersînor’ ya başûrê Kurdistanê kir. Ev 38 sal in êrîşên xwe didomînin. Di êrîşa ewil de PKK’yiyên li Başûr, çend komên biçûk bûn. Bi tiliyan dihatin jimartin. Hê hêza xwe berhev dikirin da ku dest bi şerê çekdarî bikin.

Wê demê, PDK û rêxistinên din jî tê de, hemû kurdên çekdar ên li çiyayên Kurdistanê, ketin ber êrîşên dewleta tirk. Ev rewş, heta 1991’ê bi vî awayî dewam kir. Piştî ku kurdên me yên başûr bûn desthilatdara herêmên xwe, vê carê tenê PKK ket ber êrîşan.

Di 23’ê nîsanê de, derengiya şevê êrîşek nû dest pê kir. Hêzên dewleta dagirker, piştî têkçûna Garê vê carê berê xwe dan Metîna, Zap û Avaşînê…

Li ser van êrîşên dûmahî Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere got, “Ev kêşeya navbera PKK û Tirkiyeyê ye, ne kêşeya Iraqê û ne jî kêşeya me ye.”
Rayedarên Başûr, bi taybetî jî yên bi ser PDK’ê, pirî caran bang li PKK’ê jî kirin da ku başûrê Kurdistanê terk bikin û berê xwe bidin Bakur.

Berî ku em vê raya çewt rexne bikin, çend mînakan bidin.

Partiya ewil a kurdan di sala 1945’a de bi pêşengiya Qazî Mihemedê nemir bi navê PDK-Îranê hat damezrandin. Piştî wê salek, vê carê Mele Mistefa Barzaniyê nemir PDK-Iraqê damezrand. Mele Mistefa, partiya xwe di 11’ê tebaxê de li axên azad a Komara Mahabad a Kurdistanê damezrand. Qazî Mihemed her yek carek dijberiya Mele Mistefa nekir, di ser de li dadgeha dagirkeren wî parast û got, “Ew li mala xwe ji odeyek derbasî odeyeke din bûye.”

Mînakek din: PDK’ê Başûr jî di nav de hemû rêxistinên başûrî bi dehan sal li rojhilatê Kurdistanê man û şerê xwe ji wê derê domandin. Hinek hêzên rojhilatî ketin ber êrîşên PDK’a Başûr jî, lê yek carek partiyên rojhilatî negotin, “Vegerin Iraqê.” Ji ber ku Rojhilat jî mala wan bû.

Bakurê Kurdistanê taştêya dagirkeran be, divê herkes bizanibe ku ew ê hêzên rojavayê Kurdistanê nîvroj, yên başûrî jî şîv bin. Qet şik nîne, dagirker wê rojhilatê Kurdistanê jî ji xwe re bikin xwarin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv