Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: AKP têk çuye 01.12.2020

 

AKP TÊK ÇÛYE !
FEHÎM IŞIK / WELAT

Hinek dibêjin “AKP têk diçe.” Naxêr! AKP têk naçe, ew têk çûye. Ne ku îro têk çûye. Di 7’ê Hezîrana 2015’an de têk çû. Têkoşîna kurdan we têk bir û hukma xwe winda kir. Tevî AKP’ê sîstema nijadperest jî têk çûbû. Lê xwediyên sîstemê ji lawaziya AKP’ê îstîfade kirin û ew ên heta wê rojê dijberiya AKP’ê dikirin hemû bi awayekî ne fermî li dora AKP’ê civiyan. Bahçelî hemû çêrên xwe jibîr kir û bû şîrîkê Erdogan. Kiliçdaroglu jî rê li ber AKP’ê vekir û bû paspasê Erdogan. Bi vê siyasetê AKP bû dîlê Ergenekonê û carek din siyaseta şer dan destpêkirin.

Tiştê van rojan diqewime, ne têkçûna AKP’ê ye! Têkçûna siyaseta şer e.

Piştî 1984’an her rayedarên dewleta tirk hewl dan ku dawî li serîhildana kurdan bînin. Her ku wan şer mezin kirin, serîhildana kurdan xurt bû. Ew têk çûn û kurdan jî destkeftiyên xwe zêde kirin.

Bêgûman, berdêla van destkeftiyan mezin bûn. Bi dehhezaran însanan jiyana xwe ji dest dan, bi destê nijadperestên hov hatin qetîlkirin. Bi hezaran gund hatin kavilkirin. Bi milyonan însan koçber bûn. Lê yek sedema hewldanên sîstema nijadperest hebû. Dixwestin, serîhildana dûmahî ya kurdan têk bibin. Lê serneketin, ew bi xwe ji qadê daketin. Her ku ew çûn, yekî din anîn. Yê nû fîlm carek din bir serî.

Niha fîlma AKP’ê jî qediya.

Erdogan jî vê dizane ku bi lêvkirineke tirsonek behsa ‘reforman’ dike. Ne ku dixwaze reforman bike. Derdê wî ew e ku xwe ji tifaqa ‘Cumhur’ xilas bike û berê xwe bide tifaqa ‘Mîllet.’

Divê em kurd, bi taybet jî pêşengtiya siyasî ya kurdan vê heyamê zêdetir hişyar bin.

Bêgûman, em wekî kurd nikarin bi tena serê xwe hukum bi destxin. Lê em dikarin hukma wan a ku ji lîstîkan pêk tê, xera bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv