Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Şefê orkestraya dijminê Kurdan: Suleyman Soylu

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
ŞEFÊ ORKESTRAYA DIJMINÊ KURDAN: SULEYMAN SOYLÛ

Dr. Paul Joseph Goebbels, di navbera salên 1933 û 1945’an de wezîrê karê propagandaya Naziyan bû. Di dîroka siyasetê de bi van gotinên xwe tê naskirin: “Derewên mezin bikin wê teqez hin kes bawer bikin… Derewên we çiqas mezin bin li ser civakê bandora wan jî wê ewqas zêde dibe… Ti caran xetayên xwe û sûcên xwe qebûl nekin… Ti caran mezinbûna dijberên xwe qebûl nekin… Her tim bi ser dijberên xwe de herin û wan ji her tişt ku baş derbas nabin berpirs nîşan bidin.”

Berdevkê Erdogan, Wezîrê Karê Hundir yê dewleta tirkî, şagirtê Tansu Çîller û Mehmet Agar, Suleyman Soylu van gotinên Goebbels wek manîfestoyekê ecibandine û yekbiyek jî bi cî tîne. Jixwe Erdogan jî piştî serkeftina 7’ê Hezîrana 2015’an ya HDP’ê, ku AKP ji deshilatiyê xist, li kesekî digeriya. Dema dewleta tirkî tevayiya dijberên Kurdan yên siyasî di binê serokatiya Tayyip Erdogan de, di bloka faşîst ya AKPMHP’ê de komî ser hev kirin, Suleyman Soylu jî di dest wî de pirtûka gotinên Goebbels li ber deriyê Erdogan bû. Jixwe Erdogan jî li kesekî wisa digeriya û Şeftiya ‘orkestraya dijminatiya Kurdan’ da Suleyman Soylu. Suleyman Soylu jî di wê demê de bi merasim derbasî AKP’ê bû. Bloka faşîst, kesekî ku di şerê taybet yê qirkirina Kurdan de rola sereke lîstibû girtibû nava xwe.

Êrişên ser Kurdan û derewên Soylu bi hev re dest pê kirin. Soylu her roj di medyaya ku bi pereyên mezin û li gorî xwe dîzayn kiribû de, pesnê xwe dida. Her roj bi gotinên; “Êdî PKK nema karê serê xwe rake, êdî ti hêza wê ya êrişan nemaye, me PKK qedand” ket nava hêvî û bendewariya têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê. Soylu Goebbelsê Erdogan bû. Ji bo tinekirina tevgera azadiyê û Kurdan soz dabû û ev pêk nehatibû. PKKê di wan rojan de darbên giran li wan sozê wî yên ‘min PKK qedand’, dida. Derew û gefên wî yên di ekranan de jî ji aliyê ‘Hêza Hewayî ya Şehîd Delal’ ve hatin bombebarankirin.

Piştî ku PKK’ê derewên wî yekbiyek bêbandor kirin, bi navê Sedat Peker kesek ji orkestraya dijminê Kurdan jî ji vê rewşê cesaret girt û dest bi îtirafan kir. Şerê wî û Suleyman Soylu dest pê kir. PKKê di nava 40 wezîrên karê hundir de yê herî xerab kevin kir û avêt sergoyê dîrokê. Soylu jî yê ku herî zêde destê wî di xwîna Kurdan de heye û PKKê ew jî di siyasetê de xilas kir û îro amadekariyê dike ku wî bişîne ser sergoyê dijminên Kurdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv