Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Doh Helebçe, îro Şengal 16.03.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
DOH HELEBCE, ÎRO ŞENGAL

Helebce, di şerê Îran û Iraqê de weke eniyê bû. Ev şerê ku Kurd ne alî bûn, li ser axa wan pêk dihat. Şer dewam dikir û kurdan zirar didît.

Roj hat di şerê Iraq-Îranê de, leşkerên Iraqê li vê herêmê ketin tengasîyê û vekişiyan. Saddam şerê pêşmergeyên Kurd kir bahane û bajarê Helebcê hedef nîşan da!

Di 16ê Adara sala 1988’an de balafirên şer ên artêşa Iraqê, bombeyên kîmyewî li ser Helebcê barand. Di encama bombebaranê de, 6 hezar 357 kesî jîyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 765 kes jî birîndar bûn. Ewqas jî ji ber çekên kîmyewî seqet man.

Ew roj, hemû cîhan bêdeng mabû. Herkesî lê temaşe kir. Belkî hin kesan bi dengê ku bi tenê ew dibîhîzin şermezar kir, lê dema ku xwestin şerê cîhanê sêyem bidin destpêkirin hat bîra wan ku li Helepçeyê kîmyasal hatî bikaranîn.

Saddam îdam kirin. Bi hin destûrên sînorkirî, rêveberiya herema Kurdistanê dan siyasetmedarên (PDK-YNK), mexdûrên Helebcê û starta şer dan destpêkirin. Lê dîsa kurd hatin jibîrkirin.

Zîhniyet û hişmendiya vê karesetê nehat guhertin. Ev komkujî, ev jenosîd ji aliyê siyasetmedar û rêveberiyên herêmê ve hatin jibîrkirin. Ew difikirin ku bi îdamkirina Saddam Huseyîn re hemû şopên komkujiyê jî ji holê rabûne. Dijminên Kurdan û siyaseta wan a dijminatiyê baş nehat nirxandin.

Siyaseta cîhanê îro wek dema komkujiya Helepçeyê di planên li ser Şengalê de jî bêdeng man. Bi tenê bêdeng maban jî baş bû, lê anha Kurdistan tê dagirkirin, komkujiyên derveyî mirovahiyê pêktên, dîsa jî bêdengin. Ev yek jî qîm nake, ji bo heremên nû werin dagirkirin, piştgirî didin dewletên wek Tirkiyê yên dagirker.

Va ye Şengal. Dîsa herkesî şûrê xwe tûjkirî û berê xwe daye Şengalê. Dîsa bi lîstikên siyasî, li hevkirin, peyman û dîplomasiyên bêexlaqî êrişî Şengalê dikin.

Çi zû ji bîrkirin fermana Şengalê ya sala 2014’an. Çi zû jibîr kirin ku gel di nav lepê çeteyên DAÎŞ de hiştin û çûn. Çi zû jibîrkirin ku gelên êzidî trajediyek çawa jiyan. Çi zû jibîrkirin ku gerîla û şervanên kurdan pêşî li karesatên diha mezin girtin. Çi zû jibîrkirin sistema hatî avakirin ji hemû pirsgirêkan re dibe çareserî.

Mixabin jibîrkirine. Heger jibîr nekirina, îroj doza belavkirina sîstema Şengalê nedikirin. Heger jibîrnekirina îroj li ser daxwaza Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li derdora Şengalê bicîh nedikirin. Heger jibîrnekirina ji daxwazên rêveberiya xweser re guhên xwe nedigirtin.

Başe dema ku ev yek dibin mirovahî li ku derê ye. Ew kesên bi salane jenosîd û êşa êzidiyan dianîn ziman, fîlm çêdikirin, stran digotin, pirtûk dinivîsinin li kuderê ne.

Dîsa piştî dagirkirina Şengalê em kurd û dostên wan yên li derveyî welat ku bi rojan li qadan bûn, îro çima danakevin qadan?

Yek tişt divê were kirin. Em li benda hevdîtinên bi hikûmeta Bexdayê re nesekinin. Kurd û dostên kurdan dive ji -doh- de dest bi têkoşînê bikin. Divê yek bi yek saziyên pêwendîdar werin ziyaret kirin û 3’ê Tebaxa sala 2014’an bi bîra wan were xistin.

Dema ku ev yek kirin, bila Halebçeyê jî bibîran wan bixin û bibejin; em ne kurdên sala 1988’an e. Bila bibêjin aha hûn jî bûn şahid ku çi gerîlla û şervanên me yên leheng hene. Û bila bibîra wan bixin bibêjin, emê destûr nedin, hûn Şengala me bikin qûrbana berjewendiyên xwe yên şerê cîhanê yê sêyem. Îro an jî sibê wê pirr dereng be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv