Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ewropa siyaset û destwerdana Tirkiye li Deryaya Spî û Fransayê şermezar kir

 

Dewleta Tirk û rêxistinên Tirk ên nijadperest êdî ne tenê huzura Kurdan, ya cîhanê jî xera dikin.

Yek ji van rêxistinan a bi navê Bozkurt, li Fransayê ji ber livûtevgerên xwe yên nijdarperest hat qedexekirin.

Dewleta Tirk jî careke din ji ber tevgerên xwe yên li Derya Spî, ji aliyê Ewrûpayê ve hat şermezarkirin.

FRANSAYÊ BIRYAR DA KU KOMA NIJADPERESTÊN TIRK “BOZKURT” QEDEX BIBE

Ji ber gefa êrişan nijadperestên Tirk, hukûmeta Fransayê ket nava tevgerê..

Wezîrê Karê Hundur Cerald Darmanîn ragihand ku wan di çarçoveya fermana serok-komar Emmanuel Makron de biryara xwe ya têkildarî nijadperestên Tirk de eşkere kir…

Li gorî vê koma binavê “Bozkurt” bi temanî li Fransayê weke rêxistineke qedexe hat ragihandin..

Fransa koma mijara gotinê bi cihêkarî û sorkirina nefretê pênase kir..

Bi biryarê re, êdî nijadperestên Tirk li Fransayê wê nikaribin tevbigerin..

Hefteya derbasbûyî komek ji faşîstên Tirk li bajarê Lyonê êrişa sembola Qirkirina Ermeniyan kirin û li ser navê Erdogan nivîsandin..

Endamên heman komê li taxên Ermeniyan jî bi karên provokatîf rabûn.

JI BER DESTWERDANA LI DERYA SPÎ YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ, LÊGERÎNÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Di vê navberê de ne tenê koma Bozkurtan, herwiha dewleta tirk bi xwe jî bi zêdegavî û destwerdanan, herêmê û ya Ewrûpayê xira dike.

Dewleta tirk tevî hişyarinên hatibûn krin jî, careke din dest bi lêgerîna qeçax a li Derya Spî kir..

Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî vê tevgerê nerazîbûn nîşan da û bi awayekî fermî Tirkiye şermezar kir..

Li ser navê nûnerê Bilind ê Ewlekarî û Pêwendiyên Derve Jozêv Borel daxuyaniyek hat dayîn û tê de îşaret bi van xalan hat kirin:

Tevî hewldanên peydakirina diyalog û çareseriyê jî Tirkiyê navberê nade tevgera xwe. Li şûna çareseriyê, rewşê aloz dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv