Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ev 28 roj in ku hîna jî çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên revandî ne diyar e

 

REWŞA DÎPLOMATÊN KURD
BÛ 28 ROJ KU AQÛBETA DÎPLOMATÊN PDK’Ê EW GIRTIN NAYÊ ZANÎN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

Ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn ji revandina nûneran de daxuyaniyek da û tê de got: “Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike.

Ji ber wê jî em hêvî dikin ku ti aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokator ên ku dewleta Tirk ên derxstina şerê navxweyî.”

Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv