Meseleya bikaranîna çekên kimyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve, li Îraqê jî dibe sedemê nerazîbûnan.
Endamê Komîteya Mafê Mirovan ya Parlemana Iraqê Qûsaî Ebaas da zanîn dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de gelek caran çekên qedexekirî bi kar anîne û di vî warî hem ji hukumeta Îraqê hem ji saziyên Navnetewî xwest lêkolîneke berferih bidin destpêkirin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA MAFÊ MIROVAN A PARLEMENTOYA IRAQÊ QÛSAÎ EBAAS
DEWLETA TIRK DI ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DE ÇEKÊN QEDEXERÎ BI KAR TÎNE
Dewleta Tirk ya dagirker ji 23’ê Nîsanê û vir ve êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê berferih kirine.
Ji ber ku nekarî berxwedaniya gerîla bişkîne serî li riyên qirêj dide û çekên kîmyewî bi kar tîne.
Lê heta niha ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve ti lêpirsîn derheqê dewleta Tirk de nedaye destpêkirin.
Endamê Komîteya Mafê Mirovan ya Parlemana Iraq Qûsaî Ebaas li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji Rojnewsê re axivî.
Ebaas destnîşan kir ku ti hincetek dewleta Tirk a êrişî herêmê dike nîne û wiha got.
Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe de gelek caran çekên qedexekirî li dijî herêma Kurdistanê bikaranîn.
Me jî gelek caran ji aliyê peywendîdar xwest ku lêkolîneke berferih were vekirin.
Lê mixabin heta niha ev yek pêk nehatiye.
Qûsaî Ebaas nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Bexda û Hewlerê jî da û got:
Bêdengî wê bi xwe re karesatên mezin bîne
Bikaranîna van çekan ji bo tevahiya gelên herêmê metirsîdar e.
Divê ragihand jî van sucên dewleta Tirk ê herêma Kurdistanê dike eşkere bike.
Divê navberê de hiqûqnasê Iraqî Hesen Selman jî da zanîn ku wan li ser mijarê hikûmeta Iraqê agahdar kirine û got.
Rayedarên Iraqê ji sucê dewleta Tirk agahdarin.
Lê dengê xwe nakin.
Selman bang li rêxistinên mafê mirovan yên cîhanî û Iraqî kir ku biçin cihê bûyerê û lêkolîn bikin.