Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa li dijî Şengalê: Piştperdeya êrişê û çend pirsên li benda bersivê

 

ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
PIŞTPERDEYA ÊRIŞÊ Û ÇEND PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ

Dewleta tirk li dijî Şengalê bi balafirên SÎHA’yan dîsa êrişên hovane pêk anî.

Fermandariya YBŞ’ê destnîşan kir ku di êrişê de ji fermandarên wan Seîd Hesen û Îsa Xwedîda şehîd bûne.

Di encama êrişê de birîndar jî hene û ji bo werin dermankirin, ew rakirine nexweşxaneya Şengalê.

Êriş li Sûka Kevn a Şengalê ku DAIŞ lê hatibû şikandin, pêk hat.

Dewleta tirk a dagirker bi hilbijartina sûka kevn peyamek dida.

Li gorî çavkaniyên herêmî, du êriş hatine kirin.

Di êrişa yekem de wesayîtek hat hedefgirtin.

Di êrişa duyem de jî kesên bi hawara cîhê teqînê ve çûn hedef hatin girtin.

Kesên çûne alîkariyê jî endamên Saziya Navnetewî ya Derxistina Mayinan in.

Kesê birîndar bû jî endamê vê komê bû.

Li aliyê din gelek peyam, gelek pirsên din jî li dû vê êrişê hene.

Roja ku ev êriş pêk hat Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî wê biçûya Şengalê.

Dema Êriş hat kirin Kazimî li Mûsilê hevdîtinan pêk dianî.

Ev êriş weke perçeyek lihevkirinên sala borî tê nirxandin.

Bi navtêdana Amerîkayê di navbera PDK û hikûmeta Iraqê Kazimî de 9’ê Cotmehê li ser Şengalê peymanek hatibû morkirin.

Armanca peymanê jihevxistina xweserî û xweparastina Şengalê bû.

Bi xêra berxwedana xelkê şengalê ev peyman bi cih nehat.

Berxwedan û sekna bi biryar a gelê Şengalê di nava demê de di helwesta rêveberiya Iraqê de jî hin guhertin pêk anîn.

Vê yekê rejîma faşîst a tirk û hevkara wê PDK aciz kir.

Di salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de Serokê PDK’ê Mesût Barzanî bi gotina; “rewşa Şengalê bi vî awayî namîne” gefa êrişê xwar.

Ji xeynî Barzanî, gefeke din jî ji dewleta Tirk a dagirker hat.

Sefîrê dewleta Tirk ê li Bexda Alî Riza Guney bi rêya çapemeniya PDK’ê got, heke peymana 9ê Cotmehê neyê bicihanîn, em ê bikevin dewrê.

Roj û dema êrişê dîsa bi zanebûn hatibû hilbijartin.

Salvegera pêngava 15ê tebaxê ye, ji bo kurdan Cejna Vejînê ye.

Herwiha salvegera şehadeta Mam Zekî ye.

Zekî Şengalî 15’ê tebaxa 2018’an de li Geliyê Şîno bi bomberarana balafirên dagirkeriya tirk şehîd bûbû, .

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin ji 23’yê nîsanê ve balafirên keşfê li ser Şengalê digerin.

Di vê çarçoveyê de têkildarî êrişê hin pirs jî derdikevin holê:

Ji bo êrişê weke cih hilbijartina Sûka kevn ku DAIŞ destpêkê li vir derb xwar xwedan kîjan peyaman e?

Gelo bi vê êrişê ji bo bicihanîna peymana 9’ê cotmehê peyamek dan rêveberiya Kazimî?

Li gel van pirsan piştî êrişî helwesta dayikên Şengalî jî di esasê xwe de biryardariya Şengalê nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv