Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrîşa li Austuriya û têkiliya DAIŞ

 

Êrişa li paytexta Avustûrya Viyanayê welatên din ên Ewrûpayê jî xistin rewşa alarmê.

Îngilistanê asta hişyariya li himberî gefan dereceyek bilind kir.

Tevî ku rayedarên Avusturyayê dibêjin, têkiliya êrişkar bi rêxistinekê re tune, DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe.

Û di vê navberê de nasnameya êrişkar hat diyarkirin.

AVUSTÛRYA: TÊKILIYA ÊRIŞKAR BI KOMEKÊ RE TUNEBÛ
PIŞTÎ ÊRIŞÊ INGILISTANÊ JÎ ASTA ALARMÊ BILIND KIR

Roja duşemê li paytexta Awusturyayê Viyanayê di encama êrişa çekdarî de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn..

Kesê êrişkar ku bi aslê xwe ji Makadonyayê bû, jî ji aliyê polîsan ve hat kuştin..

Têkildarî bûyerê wezîkarê karê hundur Karl Nehammer civîna çapemeniyê lidar xist..

Nehammer diyar kir ku heta niha ti nîşane li ber destê wan tine ne ku êriş ji aliyê komekê ve hatiye kirin û wiha got:

Piştî lêgerîna li mala êrişkarê 20 salî, 14 kes hatine binçavkirin û jêpirsîna wan dewam dike.

Ev kesê êrişkar bi desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê dihat naskirin. Dema ku xwest biçe Sûrî hat girtin û piştî çend mehan hat berdan.

Lê belê rêxistina çeteyan a DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrişa li Viyanayê girt ser xwe..

Serokwezîrê Awusturya Sebastîan Kurz jî ragihand ku ew di mijara têkoşîna li dijî Îslama Radîkal bi biryar in û ev peyam da:

Têkoşîna me di navbera şaristanî û berberiyê de ye. Emê bi hemî hêza xwe vî şerî dewam bikin.

Piştî êrişa li Viyanayê, Îngilîstanê jî tedbîrên xwe li hemberî êrişên muhtemel zêde kirin..

Bi vê armancê hişyariya ji ber gefa terorê dereceyeke din jî hat bilindkirin û ast weke cîdî hat pênaskirin.

Li Îngilîstanê ragihandina alarma cidî, weke xuyabûna îhtîmala mezin a êrişan tê şîrovekirin.

Lê belê Wezîrê Karê Hundur Priti Patel îdîa kir ku biryara wan ne ji ber gefeke berbiçav, lê weke tedbîreke piştgiriyê hatiye dayîn.

Li gel vê yekê jî Patel, bang li welatiyan jî kir da ku hişyar bin..

Navenda Analîza Terorê ya Hevbeş ya girêdayî servîsa îstîxbarata Îngilîz M15, astên alarmê desnîşan dike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv