Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa Çeteyên DAIŞ’ê li Dijî Girtîgeha Hesekê

 

 

 

ÊRIŞA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI DIJÎ GIRTÎGEHA HESEKÊ
QSD’Ê HEWLDANA REVANDINA BI HEZARAN ÇETEYÊN GIRTÎ TÊK BIR

Çeteyên DAIŞ’ê ku li Bakur Rojhi9latê Sûrî weke şaneyên veşartî tevdigerin û êrişan dikin, şeva 20’ê Çileyê bi awayekî pîlankirî êrişî Girtîgeha Xiwêran kirin.

Li vê girtîgehê bi qasî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê tên ragirtin.

Ev girtîgeh weke girtîgeha herî mezin a duyemîn li Hesekê ye, ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên ragirtin.

Çeteyan pêşî wesaîtek û motorsîkleteke bombebarkirî li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê teqandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest li êrişê werdan.

Çeteyan bi awayekî hemwext depo û 3 tankerên sotemeniyê yên li nêzî girtîgehê jî teqandin.

Bi vî awayî xwestin germa li dora girtîgehê zêde bibe û çete bêyî di kamerayên termal de bên dîtin, birevin.

Şervanên QSD’ê, Yekîneyên Antî Terorê, komando û hêzên ewlekariya hundirîn dor li girtîgeh û taxa Xiwêran girtin.

Li dijî çeteyên hewl dan birevin û şaneyên li derve dest bi operasyonan kirin.

Ev operasyon heta serê sibê bênavber dewam kirin.

Li taxên Zihûr û Xiwêran cih bi cih şer di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de dijwar bû.

Çeteyên li nava taxan belav bûn, sivîl ji bo xwe weke mertal bi kar anîn.

Ji ber vê yekê şervanên QSD’ê û hêzên din ên ewlekariyê bi awayekî baldar tevgeriyan.

Bi hilatîna rojê re, şervanan lez dan operasyonên xwe.

ÊRIŞA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI DIJÎ GIRTÎGEHA HESEKÊ
BI DEHAN ÇETE HATIN GIRTIN, BI DEHAN ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê kêlî bi kêlî têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê û şerê li dijî wan, bi daxuyaniyan raya giştî agahdar kir.

QSD’ê ragihand, ku serê sibê 89 çeteyên hewl dane birevin hatine girtin.

Her wiha eşkere kir, ku çeteyên ketine malên sivîlan bi berdana gulleyan û dengê wan, hewl dane hêviyê bidin çeteyên li girtîgehê.

QSD’ê diyar kir, ku çete li taxa Zihûrê sivîlan weke mertal bi kar tînin û şervanên wan jî ji bo ewlehiya canê sivîlan bi baldarî tevdigerin.

Piştî nîvro jî Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da.

Fermandariyê diyar kir, ku endamekî wan bi navê Xalid Ilêwî û 3 sivîl di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne û 7 endamên wan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku QSD’ê û hêzên wan dor li taxa Xiwêran girtine û operasyonên xwe li dijî çeteyan didomînin.

QSD’ê jî daxuyaniyek din da û diyar kir, ku 7 çeteyên xwestine xwe radestî wan bikin, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin.

Heta niha bi dehan kuştî, birîndar û girtiyên DAIŞ’ê hene.

Tê payîn QSD bi daxuyaniyekê encamên teqez ên têkildarî operasyonên xwe bi raya giştî re parve bike.

Li aliyê din dema DAIŞ’ê bi şev êrişî girtîgehê kir, depo û 3 tankerên sotemeniyê teqandin şewateke mezin derket.

Foca agirkujiyê ya Hesekê jî di cih de dest li şewatê werda.

Di destwerdana şewatê de endamê focê Mihemed Mehmûd El-Ebîd şehîd bû û Eymel El Mislêh jî birîndar bû.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv